Ji bo rojnamegerên di bin çavan de tên ragirtin kampanyaya îmzeyê hat destpê kirin

Ji bo rojnamegerên ku 5 roj in li Amedê di bin çavan de tên ragirtin kampanyaya îmzeyan hat destpê kirin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo 20 jê rojnameger 21 kesên ku di 8'ê hezîranê de li Amedê bi serdegirtina malan û cihên karê xwe de hatin binçavkirin kampanyaya îmzeyê hat destpê kirin. Dê kampanya ku ji aliyê komeke rojnameger ve bi ser navê "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, em li cem hempîşeyên xwe ne ku di binçavan de tên ragirtin" hat destpêkirin, wê heta 13'ê Hezîranê saet 13.00'an bidome. Lîsteya îmzekaran dê roja duşemê bê ragihandin.

“Binçavkirina rojnamegerên Kurd; derbeya li hemberî azadiya ragihandinê ye”

Di daxuyaniya kampanyayê de wiha hat gotin: “Bi zagona sansurê ku niha li Parlamentoyê amadekariya wê tê kirin dixwazin qeyd û bendên li azadiya fikr û ragihandinê dixin qewîtir bikin. Di vê çarçoveyê de di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, binçavkirina rojnamegerên Kurd; li hemberî azadiya ragihandinê derbe ye. Em şahidên hempîşeyên xwe ne. Her çiqas ji bo endamê ragihandina azad ku mafê ragihandinê bi fedakariyeke mezin diparêzin, ev polîtîkayên tûndî û çavtirsandinê bûbin ji rêzê jî, em ê hînî van operasyon û polîtîkayên çavtirsandinê nebin. Bila rojnamegerên Kurd ku di binçavan de ne demildest serbest bêne berdan!”