Nobeta edaletê di roja 444’emîn de ye: Em mafê xwe dixwazin

Emîne Şenyaşar a 444 roj in li Pirsûsê daxwaza xwe ya edaletê tîne ziman, diyar kir ku mafên xwe dixwazin û êdî sebra wan nemaye.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 444’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de hatin ber Edliyeya Rihayê û nobeta xwe dan destpêkirin.

“Em naxwazin sebr bikin”

Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Wezareta Dadê etîket kir û bi etîketa "Em naxwazin sebir bikin" ev parvekirin kir: "Li ber Edliyeya Rihayê bêedaletiyeke mezin heye. Herkes vê dibîne û dizane. Em dozgerên dewletê vedixwînin heqî û edaletê. Em mafê xwe dixwazin."