Nobeta Edaletê di roja 443’yêmîn de ye
Emîne Şenyaşar û kûrê wê Ferît Şenyaşar ên bê rawestan têkoşîna edaletê dimeşînin di roja 443’emîn de wiha gotin: “Têkoşîna me ya heq û hiqûqê ya xwe ta 443’emîn de li ber Edliya Rihayê berdewam dike.”
Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 443’yemîn de berdewam dike.
Emîne û Ferît Şenyaşar ji parêzer û hemwelatiyên ku tên edliyê re qala têkoşîna edaletê dikin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medya mecazî vê pêyamê parve kir: “Li dijî hêza ku pişta xwe dide meqamên demborî û darazê bê erk dihêle, têkoşîna me ya edalê di roja xwe ya 443’yemîn de li ber Edliya Rihayê berdewam dike.”