"Talîban sozên ku ji gelê Afganî re dane pêk nayne"
Tevgera Talîbanê binpêkirina mafê gelê Afganî bi taybet jî binpêkirina mafê jinan berdewam dike û sozên ku ji gelê Afganî re daye pêk nayne.
Navenda Nûçeyan – Meclîsa Ewlekariyê di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li hember wê yekê nîşan da ku binpêkirina mafên mirovan û jinan li Efganistanê zêde bûye. Meclîsa Ewlekariyê di daxuyaniyê diyar kir ku Talîban ji bo xwendin, kar, azadiya tevgerê û di jiyana giştî de sînoran li ser jinan ferz dike û ev sînordarkirin li dijî hêviyên civaka navdewletî ye û sozên ku Talîban ji gelê Afganî re dane pêk nayne. Daxuyaniyê bang li Talîbanê kir ku pabendî sozên xwe bin ku ji nû ve dibistanan ji bo hemî xwendekarên jin vekin.
Endamên Meclîsa Ewlekariyê di dawiya daxuyaniyê de daxwaz ji nûnertiya Netewên Yekbûyî li Afganistanê kirin ku alîkariya Afganîstanê bikin û ji nêz ve çavdêrî û raporkirina rewşê bidomînin.