Li Teksasê li dijî dibistanêk êrîş pêkhat: 19 jê zarok 21 kes hatin qetilkirin

Di êrîşa çekdarî ya ku li dibistaneke seretayî ya li eyaleta Teksasê pêk hat de, 19 jê zarok 21 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Teksasê ya DYA’yê li dijî dibistanekê êrîş pêkhat.  Walitiya Teksasê ya der barê êrîşê de agahî da. Diyar kir ku gumanbarekî 18 salî li bajarokê Uvalde êrişî dibistanekê kir û di encamê de 21 kes ku 19 ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Walîtiyê da zanîn ku di trajediya ku bandor li bajaroka ku nêzî 130 kîlometre li rojavayê San Antonio ye, êrîşkar jî miriye. Hêzên ewlehiyê guman dikin ku êrîşkar beriya êrîşa dibistanê dapîra xwe jî qetilkiriye.

Êrîş li Dibistana Seretayî ya Robb ya bajarokek di navbera San Antonio û sînorê Meksîkayê de pêk hat. Li gorî daneyên Eyaletê, di sala perwerdehiya 2020-2021’an de zêdeyî 500 zarok li dibistanê perwerde didîtin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hema her roj li cihên jî raya giştî re vekirire êrîşa bi çek çêdibe û bi taybet ji pandemiya 2020’an vir ve li bajarên mezin ên wekî New York, Chicago, Miami an jî San Francisco sûcên çekan her ku diçe zêde dibin.