Nivîskara Urdunî Khaleda Masarwe romana xwe ya bi navê ‘Bohemya’ pêşkeş kir

Romana "Bohemya" armanc dike ku pirsan derbarê hin têgehên wekî raza jiyan û mirinê de û li ser ferhenga ku di nav mirovan de serdest e ji lêborîn û hezkirin ku mirov bigihîje aramiya hundurîn pêşkêş bike.

SURA AL-DOMOUR

Urdun- Romannivîs û nivîskara Urdunî Dr. Khaleda Masarwe di civîna Cejna Erbetînê de ku ji aliyê Tora Jinan a El-Nehda di Rêxistina Ronesansa Erebî ya Demokrasî û Pêşketinê "Ard" de hat lidarxistin de, romana xwe ya bi navê "Bohemya" pêşkêş kir.

Di merasima ragihandina romana "Bohemya" ku duh roja Çarşemê 18’ê Gulanê li Umanê hat lidarxistin de, hejmarek ji romannivîsên jin, nivîskarên jin, akademîsyen û çalakvanên mafên jinan amade bûn.

Nivîskara romanê Khaleda Masarwe ji ajansa me re ragihand ku armanca nivîsandina romanê piştî pirskirina gelek pirsan li ser hin têgeh û ferhengokan e, weke raza jiyanê û raza mirinê zêdebarî pêşkêşkirina pirsan li ser gelek peyvên ku di nav mirovan de serdest in ji lêborîn û hezkirina gihîştina aştiya hundurîn a ku mirov dixwaze.

Khaleda Masarwe anî ziman ku piştî rêjeya mirinê li cîhanê di encama şewba korona yê de zêde bû, di sala 2020'an de pêdivî bi nivîsandina gotarên felsefî çêbû. Piştî van bûyeran, kesên nêzî wê ew şîret kirin ku van pirsên çapkirî ku felsefeya mirovî û kokên wê vedibêje di nav romanek hevdem de berhev bike.

Khaleda Masarwe diyar kir ku ev romana ku bi karaktera (çîroka evînê) hatiye avakirin ji bo vegotina xweseriya bi xwe re tenê destpêka hewlek e. Ji ber ku nêzîkê tevgerên mirovî ye û bi têgehên windayên di civakên Ereb ên ku gelek nirxên mirovahiyê yên naskirî winda kirine re li hev dike.

Roman di nivîskar de motivasyonek ava kir

Dr. Derûnnas Aseel Shawareb jî diyar kir ku roman têgehek nû li edebiyata femînîst zêde kir û wiha got: “Roman taybetmendiya vê karakterê bû ku bi xwe re nîqaş kirin anî û bi zanebûn derbasî cîhana femînîstî kir û di derbirîna pirskireken li pêşberî jinan de ji qalibûne dûr ket.”

Aseel Shawareb dît ku romana "Bohemya" hin rêzikên eşkere dihewîne û di heman demê de ji ber ku ew bi têgînên tesawif û xwe axaftinê re li hev in, aliyên wê yên din jî hene ku hewcedariya wan bi raman û aqilmendiyê heye. Aseel Shawareb di ve baweriyê de ye ku roman dozeke wêjeyî ya yekbûyine ku di nav de nivîskar û leheng bi hev re têdikoşin. Ji ber ku roman di nava xwe de sêalîbûna metnê, nivîskar û lehengê hildigire, di nivîskar de motîvasyonek avakir ku xwe di romanê de bigere.

Her wiha Asîl El-Şewareb destnîşan kir ku Khaleda Masarwe di romana xwe de wêjeya rastîn bi wate û peyvên cihêreng ku ruhê filozofê rastîn vedibêje û ji nû ve afirandiye.