Têkoşîna ‘edaletê’ 436 roj in berdewam dike

Malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê di roja 436’emîn de dimeşîne got: “Yên ku ev salekê zêdetir e dayê li ber deriyê edliyê disekinînin, wê di dîrokê de bi lanetê werin bibîr anîn...”

Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 434’emîn de berdewam dike. 

Malbata ku siharê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat ber Edliya Rihayê, çalakiya xwe li qada weke ku “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar" tê pênasekirin da destpêkirin.

Malbata Şenyaşar di roja 434’emîn a nobeta edaletê de ji bo hemwelatiyên ku diçin avahiya edliyê qetlîama ku ew jiyane vegotin û bal li bêhiquqîyê kişandin.

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal hesabên fermî yên medya sanal ên Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Serokkomar Tayyîp Erdogan etîket kir û peyam parve kir: "Kesên ku zêdetirî salekê ye dayikê li ber deriyê edliyeyê didine sekinandin wê di dîrokê de bi neletê bên bibîranîn."