"Nûçeyên li hundirê Filistînê bi xwîn û têkoşîna jinan tên nivîsandin"

Beşdarên konferansa ku bi sernavê "Şêrîn Ebû Eqle Dengê Filistîna Azad E" hat lidarxistin, hedefgirtina rojnamevanên jin şermezar kirin û tekez kirin ku bi mirina rojnamevanekî ev doz namire û wê ji nû ve zindî bibe.

SURA AL-DOMOUR

Urdun - Komeleya Mîratê û Çandê "Mejd" ya li Urdunê konferansek bi sernavê "Şêrîn Ebû Eqle Dengê Filistîna Azad e" li dar xist. Di konferansê de gelek jinên aktîvîst û xebatkarên çapemeniyê amade bûn. Jinên ku tevlî konferansê bûn, bi gotina “Li Filistînê karê ragihandinê pir cuda ye, gotin çeka rojnamevanan e û nûçeyên xwe bi xwîn û têkoşînê dinivîsin” balkişandin xeteriya qetilkirina rojnamevanan.

"Rojnamevana Ereb her tim di rewşên herî dijwar de amade"

Seroka Navenda Ragihandina Jinên Ereb Mehasin El-Îmam diyar kir ku rojnamevana Ereb her tim di rewşên herî dijwar de amade bû û di bûyer û geşedanên cuda yên siyasî û herêmî de jêhatibûna xwe îspat kiriye û wiha gotinên xwe zêde kir: "Rojnamevanên jin li Yemen, Sûriyê, Îraq û Filistînê rastî gelek zehmetiyên wek xeteriya ewlehiyê û qetilkirinê tên.”

"Şêrîn Ebû Eqle 25 salan bûyerên li Filistînê diqewimîn ji me radigihand"

Seroka Komeleya Jinên Filistînê Nisrîn Odeh da zanîn ku ev konferans ji bo rêzgirtina xebata medyayî ya Şêrîn Ebû Eqle hate lidarxistin û wiha pê de çû: "Şêrîn Ebû Eqle 25 salan bûyerên li Filistînê diqewimîn, bandora dagirkeriyê û êşên gelê Filistînê ji me radigihand. Bûyera qetilkirina Şêrîn Ebû Eqle li ser asta cîhanî, navneteweyî û erebî dengvedanek giştî çêkir. Bi mirina mirovek re, doz namire, ji nû ve zindî dibe û nifş bi nifş tê veguheztin."

"Li Filistînê karê ragihandinê pir cuda ye û gotin çeka rojnamevanan e"

Berpirsa medyayê ya Komeleya Jinên Filistînê Nardîn Ebû Nebia diyar kir ku komele bi karûbarên jinên Filistînî re mijûl dibe û hemû çalakiyên wan dişopîne. Nardîn Ebû Nebia axaftina xwe wiha domand: "Rojnamevanên jin, ji ber ku rastetast bi dagirkeran re eû bi rû ne û û êşên gelê xwe radigihînin rastî gelek zehmetiyan tên. Li Filistînê karê ragihandinê pir cuda ye, gotin çeka rojnamevanan e û nûçeyên xwe bi xwîn û têkoşînê dinivîsin.”

Di konferansê de fîlma "Jinên di xeta agir de" ku fîlma dawî ya rojnamevan Şêrîn Ebû Eqle beşdar bû hat nîşandan. Beşdarên konferansê dest nîşan kirin ku civaka navdewletî rola xwe ya di derbarê binpêkirinên dagirkeriyê yên li Filistînê de cidî nagire û tişta ku bi Şêrîn Ebû Eqle re hat kirin sûc e.