“Ji bo hemû mirovan pêwîstî bi edaletê heye”
Cansu Yapici ya keça Mucella Yapici ku yek ji girtiyên doza Geziyê ye, beşdarî Nobeta Edaletê bû, wiha got: “Ev tarîtî ne tenê ji bo hevpîşeyên me hevalên me û malbatên wan e. Em hemû di nava tarîtiyek de ne.”
ELÎF AKGUL
Stenbol- 109’emîn Nobeta Edaletê ya li Çaglayanê ji bo Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ku cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û ji bo kesên di Doza Geziyê de cezayê girtigehê girtin, hat lidarxistin.
“Ew ji hevgirtinê hêzê digrin em jî ji wan”
Keça Mucella Yapici ya yek ji girtiyên doza Geziyê û endama Lijneya Rêveber a Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ya Şaxa Buyukkentê ya Stenbolê Cansu Yapici ya beşdarî nobetê bû, di daxuyaniya ji ajansa me re silavên girtiyên Geziyê yên girtîgehên Sîlîvrî û Bakirkoyê ragihand û da zanîn ku moralê girtiyan baş e û ji hevgirtinê hêz digirin.
“Moral di hundir de bilind e. Weke ku diya min got dema me yekem car hev dît, ew dibêjin ku ew pir aştiyane ne ji ber ku ew rast dibêjin. Hêzek heye ku ji rastî, sekna bi rûmet û heqîqetê tê. Ev nobetên edaletê yên li derve, piştgirî û hevgirtinê hêzê dide wan, di nêrînan de jî hêzê dide me. Jin hê jî li Girtîgeha Bakirkoyê di şert û mercên karantînayê de ne. Em hêvî dikin ku di demek nêz de ew ê biçin wargehek mezin. Pergalek ava kirine. Diya min dixwaze dest bi xwendinê bike. Ew bi berdewamî raporên derve dipirse. Dixwaze li ser xaniyên civakî lêkolînan bike. Bi rastî moralê wan bilind e. Her cara ku em wan dibînin em wan baş dibînin lê helbet ev bêhiqûqî, ev pêvajoya 'bêaqilî' çiqas zûtir bi dawî bibe, ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê edaletê bixwaze dê baştir be."
Banga edaletê
Cansu Yapici destnîşan kir ku pratîk û torên piştevaniyê yên heyî û nobetên edaletê hêzeke mezin dide wan û wiha got: “Peyama ku ji hundir tê ev e: ‘Dibêjin, mesele ne ew e ku em di doza Geziyê de bên girtin, ji ber ku em mirovên pir baş in an jî ji ber ku em karê xwe bi rêk û pêk dikin. Mijara ku divê di vir de were rojevê jî hawirdora neheq e. Me ev yek di biryara Canan Kaftancioglu de jî dît. Hevalên me difikirin ku divê di vê wateyê de banga edaletê bê kirin. Divê banga edaletê ji bo hemû kesan bê kirin, ne tenê ji bo kesên di girtîgehê de ne. Ji bo her kesê ku dixwaze bi hêvî li paşerojê binêre, ji bo hemû kesên ku naxwazin ji ber bikaranîna mafên xwe yên destûrî bên girtin, edalet lazim e.’”
“Ya ku naguhere têkoşîna me ye”
Di hevdîtina 109'emîn de, ji kesên axaftvan parêzer Selîn Nakîpoglu di daxuyaniya da de wiha got: "Dem diguhere, mirov diguhere, lê tiştekî din jî ya naguhere heye. Têkoşîna me ye.” Selîn Nakîoglu wiha axivî: “Yek ji biryara ku em jê re dibêjin ‘Teraziya edaletê tune ye’ biryara Canan Kaftancioglu ya çend roj berê ye. Canan li dijî feraseta antîdemokratîk û rejîma yek zilamî, bê tirs, bi rêxistinkirina hêviyê bênavber têdikoşe. Tevî her tiştî jî dê bidomîne.”
“Li ser me hemûyan tarîtî heye”
Cansu Yapici jî di axaftina xwe de, ji axaftina di dozên ku Mucella Yapici 2 caran beraat kirin de jêwergiran kir û van gotinan bi kar anî:
“Li vir ya girîng hevgirtin e; behsa hevgirtinê tê kirin û em îro vê hevgirtinê bi awayekî dibînin. Bi rastî hevalên me, bêyî tu delîl hebin û bêyî pêvajoyek darazê bê kirin 18 sal û Osman Kavala jî cezayê muebetê yê girankirî girt. Em vê tarîtiyê bi hev re dijîn. Ev ne tenê ji bo hevpîşêyên me, hevalên me û malbata wan tarîtiyek e. Tarîtî bi ser me hemûyan de hatiye.”
Çi qewimî bû?
Di doza Geziyê ya ku 16 kes hatin darizandin ji nû ve hat ditîn de, 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji Osman Kavala re ji ber hewldana jiholêrakirina hikûmetê cezayê muebetê û ji bo Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî jî bi hinceta alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê dabû.
Der barê Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfun Kahraman û Yîgît Alî Ekmekçî de, bi hukm re biryara girtine dabû. Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altınay, Mîne Ozerden, Can Atalay û Tayfun Kahraman heman rojê biribûn girtîgehê.
Piştî biryarê, Nobeta Edaletê ya li Çaglayanê ku ewil ji bo parêzer Akîn Atalay ê di doza Cumhuriyetê de girtî bû û ji bo parêzerên girtî dihatin kirin dîsa dest pê kiriye û her wiha Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahisazên Tirk li Karakoyê li ber avahiyên xwe nobeta Edaletê dabûn destpêkirin.