Nivîsên li ser dîwaran hêrsa serhildana 'Jin, jiyan, azadî' nîşan dide

Her çend dirûşmên siyasî yên li ser dîwaran li gel serhildanên “Jin, jiyan, azadî” hatine nivîsandin ji aliyê rayedarên rejîma Îranê ve tên jêbirin jî, lê hêrsa serhildanê li ser dîwarên kolanan xuya dike.

LARA GEWHERÎ

Mehabad – Nivîsên li ser dîwaran wekî rêgezek gelerî ya derbirîna hêrs û hebûna tevgerên protestoyî yên civakî tê dîtin. Di serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ku bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî dest pê kir, gel jî bi nivîsan hêrsa xwe nîşan dide. Piraniya nivîsên ku li ser dîwarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine nivîsandin “Jin, jiyan, azadî”, “Mehsa Emînî”, “Bijî Kurdistan”, “Bimre dîktator” û “Bimre Hamaney” ne.

Wan bi maseyên dibistanê dest pê kir

Xwendekara lîseyê ya Pîranşarê Sonia Muhammed behsa serpêhatiya xwe ya grafîtîyê kir û wiha got: “Dema xwepêşandan dest pê kir, me li ser kursî, mase û dîwarên dibistanê slogan nivîsandin. Em di vê demê de pir hişyar bûn. Ji ber ku hinek xwendekar ji girtinê ditirsiyan. Hêdî hêdî hejmara me zêde bû. Dema ku li hev civiyan, xwendekarên polê li ser tabloyê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' nivîsandin û me hemûyan bi dirûşmeyê wêne kişandin."

Slogan tên guhertin

Yek ji niştecihên gundê Heceb a Mehabadê Semîra Elî têkildarî dirûşmên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine jêbirin, wiha got, “Sloganên gel li ser pira peyayan hatin rakirin. Dirûşmeyên ku li ser dîwarekî mezin ku cihê herî qelebalix ê gund e, hatin guherandin." 

Semîra Elî diyar kir ku yek ji wan zarokan ji ber ku dirûşmên rejîmê jêkiriye rastî lêdanê hatiye û wiha got: “Zarokek ji bo rakirina dirûşmên rejîma Îranê çûbû, lê kemîn danîbûn pêşiya wî û nîvê şevê bi tundî lê xistin. Piştî vê yekê kesî newêrîbû sloganên rejîmê ji holê rake.”

Diruşmên xwe bi xwe nivîsandin

Semîra Elî jî têkildarî nivîsandina dirûşmaan got, “Di destpêka xwepêşandanan de min û hevalên xwe li ser hinek dîwaran dirûşm nivîsandin. Lê paşê kirîna spreyê dijwartir bû. Piştî demekê dirûşmeyên me hatin rakirin. Hejmara kesên ku slogan nivîsandin zêde bû. Ji ber vê jî bi zehmetî diruşmeyan ji holê radikir. Piştî ku hêzên rejîmê ber bi Mehabadê ve çûn, ne tenê dirûşmên wan hatin jêbirin, lê artêşê jî dest bi nivîsandina siloganên xwe kir.”