Halîde Turkoglu: Hevserokatî panzehîra zîhniyeta serdest a mêr e

Berdevka Meclîsa jinan a DEM Partî Halîde Turkoglu, diyar kir ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan bi tayînkirina qeyûman didomin û got: “Qayûm berhema zîhnyeta serdest a mêrê xespkar e. Hevserokatî jî panzehîra vê nêrînê ye.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de, newekheviya zayenda civakî, tundiya li dijî jinan, weke pirsgirêkek gerdûnî zêde dibe û didome. Ji bo dîtina asta tundiyê lênêrîna daneyên mehane ku rêxistinên jinan diweşînin têr dikin.

Tenê di 23 salên desthilatdariya AKP’ê de, herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin û hezar 805 jin jî bi awayên guman mirin. Li gorî daneyên rêxistinên jinan, di 10 mehên destpêkê ya 2015’an de 198 jin ji aliyê mêr ve hatine qetilkirin.

Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê, bi awayê tundiya fîzîkî, derûnî, aborî û zayendî xwe dide der. Li Kurdistanê ji derveyî van cûrên tundiyê, jinên Kurd rastî polîtîkayên şerê taybet tên. Li dijî van êrîşên li dijî jinan sala 2025’an bû sala ku jinan li dijî tundî, komkujiyên jinan, şer û parastina destkeftiyên jinan têkoşiyan e.  

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî êrîşên di sala 2025’an de li dijî jinan, armanca van êrîşan û têkoşîna wan nirxandin kir.

Halîde Turkoglu îfade kir ku sala 2025’an bûye salek ku komkujiyên jinan zêde bûne û da zanîn ku rojê 3 jin tên qetilkirin, li hinek bajaran rojane bi nûçeyên qetilkirina 8 jinan dest bi rojê dikin.

‘Di 2025’an de zayendperestî zêde bûye’
 

Halîde Turkoglu destnîşan kir ku Serokkomarê AKP’yî Teyyîp Erdogan sala 2925’an wek ‘sala malbatê’ îlan kir. Di salek ku komkujiyên jinan zêde bûne de îlankirina ‘sala malbatê’ ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve, li dijî jinan e û wiha got: “Li vê derê belgeyên vîzyonê yên saziyan amade kirine, li cihê ku di qadeke zayenda civakê ku tundiyê ji holê rake de bixebite, berovajî bi protokolên ku Wezareta Diyanet, Wezareta Malbatê û Wezareta Perwerdeya Milî amade kir, em behsa sala 2025’an ku zayendperestî zêde bûye dikin.” 

Mirina jinan a bi guman

Li Tirkiyeyê di nava 6 salan de mirina bi guman a jinan ji sedî 96 zêde bûye. Îsal jî mirina bi guman a jinan, hejmara jinên ku ji aliyê mêran ve hatin kuştin derbas kiriye. Di 10 mehên destpêka 2025’an de 198 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 213 jin bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin.

Halîde Turkoglu, polîtîkayên desthilatdariyê yên jinan, di pêvajoyên dozên sala 2025’an û di biryarên dadgehan de teyîsiye û mirina jinan a bi guman nirxand û got: “Polîtîkayên bêcezahiştinê bi serê xwe diçe. Mirina bi guman a jinan her roj zêde dibin. Li aliyekî cînayetên jinan zêde dibin, ewqas mirina jinan bi guman jî hene. Mirina jinan a bi guman, daraza dewleta mêr bi hevkariya malbat dewletê û an jî bi hevkariya çeteyan ji bo heqîqetê derbixin holê çawa kar dike nîşan dide.”

Halîde Turkoglu bal kişand ser, sergirtina komkujiyên jinan bi navê ‘întiharê’ û mirina Rojîn Kabaîş a xwendekara zanîngehê ku li Wanê winda bû, piştî rojan cenazeyê wê di avê de hat dîtin bi bîr xist. Destnîşan kir ku mirina Rojîn Kabaîş yek ji dosyayên ku dixwestin bibêjin întihar e ye û hewl didan bi destên dewletê ser bigrin bû.

Halîde Turkoglu got ku rojevek din a girîng a sala 2025’an berpirsyariya ku jinan a têkoşîna aştiyê li dijî şer bûye û wiha got: “Îsal bû sala ku plana çalakî dê aştiya civakî çawa be, li dijî polîtîkayên şer têkoşîna jinan û der barê aştiyê de gotinên wan bûn.” Halîde Turkoglu destnîşan kir ku tevî van hemûyan li gel banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê, jin ji bo di pêvajoya aştiyê de cih bigrin rolek girîng lîstine û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kirine, îfade kir ku yek ji sernavên herî girîng ên tevgera jinên Tirkiyeyê û tevgera jinên Kurd ‘civakbûna aştiyê’ bû.

Êrîşên li dijî mafên medenî

Halîde Turkoglu di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di vê demê de êrîş li ser mafên medenî zêde bûne kirin û wiha domand: “Xizanî her diçe zêdetir dibe, herî zêde ji ve yekê jin bi bandor dibin. Mixabin ên ku vî welatî birêve dibin li dijî azadî wekheviyê bûn. Êrîşên li ser mafên medenî di vê demê de çêbûn. Fetwayên ku Wezîrê Diyanetê daye, li ser lixwekirin û tevgera jinan bûn. Di heman demê de bi zimanê dijminatiya jinan siyasetê dike. Dema ev siyaset dihat kirin, me dît ku civak çawa ketiye nava lepên tundiyê. Tevgerên jinan ên ku tundiyê teşhîr kirine bûn hedef. Ev di civakê de nêzikatiyên ku çanda tundiyê xwedî dikin e.”

Çanda tundiya civakî belav dibe

Di destpêka meha Mijdarê de, li navçeya Sûra Amedê 3 jin di mala lê dijîn de rastî êrîşa komek mêrên li taxê hatin. Mêran ji jinan xwestin ji mala lê dijîn derbikevin.

Halîde Turkoglu êrîşa li dijî jinan bi bîr xist û da zanîn ku di civakê de çanda tundiyê kûr û belav dibe û wiha got: “Ev tundî destpêkê beramberî jinan tê bikaranîn. Tundiya dewletê; awayê tundiyê ku bi hêzên ewlehiyê yên girêdayî saziyeke dewletê pêk tê heye. Awayên tundiya tê dîtin ku ji aliyê komên di civakê de weke ne girêdayî dewletê ne heye. Li gel pêvajoya qeyûm ev pergal bi hêz bûye yan na? An jî di tefwayan de zimanê ku zayendperestiyê xwedî dike hat bikaranîn an na? Destek dan çeteyên dijminê jinan ên zayendperstiya serdest ku di nava civakê de mezin bûne yan na? Ev kom, van çalakiyan li ser şerê îdeolojîk dikin. Ev komên ku bi wê aliyê şerê îdeolojîk didin meşandin tên hedefgirtin. Li ser jinan hewl didin careke din civakê bixin bin disîplînê.”

Polîtîkayên qeyûm

Halîde Turkoglu da zanîn ku qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin asteke din a tundiya li dijî jinan nîşan didin û wiha got: “Ji aliyê qeyûman ve feshkirina hevserokatiyê, girtina saziyên jinan, jiholêrakirina mafê spartinê, jinan bê parastin hişt. Saziyên zayendperestî yên qeyûman hewl dan, pergalên ku jin ne kirde ne, qebûl nakin ku mafek jinan heye bi hêz bikin û dema ev kirin jî argumanên olî xistin plana pêşî. Bi argûmanên olî re, hewldan awayek nû bidin civakê. Vê demê tundî ji aliyê desthilatdariyê ve bênavber hat servîskirin. Ev hinek caran li ser medyayê, hinek caran jî li ser saziyên cuda hat kirin. Desthilatdariyê hewl da vê weke avakirina îdeolojîk bide meşandin.”

Wek destkeftiyên jinan pergala ‘hevserokatiyê’
 

Halîde Turkoglu anî ziman ku di pêvajoyek ku êrîşên li dijî destkeftiyên jinan zêde bûne de derbas dibin, di serê van mafan de pergala ‘hevserokatî’ tê û wiha got: “Di hilbijartinên 2014’an de wek şaredariyên DBP’ê  em bi pergala ‘hevserokatî’ beşdar bûn. Divê pêvajoyê de gel tenê deng neda serokek ê şarederiyê, deng dan projeyek di polîtîkayên bajar de hişmendiya wekhevî û azadî ku di şexsê jinek û mêrekê de cihê xwe, motîfên xwe û çanda xwe ji nûve ava bike. Wê demê me 102 şarederî bi dest xist û ji 102 şaredariyan di 96 şaredariyan de, pergala hevserokatî pêkanî. Ji wê demê ji pêvajoya 2014’an heta 2016’an heta niha 56 navendên jinan hate vekirin. Ev pergala ku di şaredariyan de hatî avakirin karî hevbandorbûnek pir alî ava bike. Mînak dema civakê hevserokatî dîtî, di fikirin ku wê di her qadê jiyanê de wekhevî çêbibe. Ji ber ger hun bibin rêveber, di têkiliyên rêveberiyê de hunê wekheviyê pêkbînin. Ger hun di nava mekanîzmayên rêveberiyê debin, hunê mafê xwegihandina wekhev a wê civakê ya pêwîstiyên bingehîn di xwe de bibînin. Di civakê de serdestiya mêr, rolên zayenperestî çi dike? Ne wekheviyê hê zêdetir xwedî dike û piştî demekê jin dibin hedefa tundiyê. Ji bo wekheviyê, ji xwe têkoşînek a tevgera jinên Kurd ji berê heta niha heye, lê belê bi pergala hevserokatiyê ev bûye pergalek a jinê.”   

‘Qeyûm berhema zîhniyeta mêr e’

Halîde Turkoglu destnîşan kir ku qeyûm hewl dide pergala ku jinan ava kiriye hilweşîne û wiha domand: “Dema îradeya we çû, li wê bajarê tiştên were kirin yan jî bi hevre were hilberandin, qabîlyeta bi hevre rêveberinê jî tê xespkirin. Niha qeyûm tayînê 10 şaredariyên me hatine kirin, cardin pergala hevserokatiyê tê krîmînalîzekirin. Li ser saziyên jinan êrîş hene. Butçeyên şaredariyan bi awayê ku dest biavêjin olê tê bikaranîn. Ji ber di encamê de qeyûm berhemek a zîhnyeta mêrê serdest e. Berhemê zîhnyeta xesbkar bû, hilberîna di bingehê azadî û wekhevî de, nêzîkatiya rêveberiyekê tu caran qebul nake. Ji ber xwe li ser tekîtiyê ava kiriye. Asîmilasyoniye, neteweperestiye, oltiyê dike, zayendperestiyê dike. Mekanîzmayek ku armanca wê yê hatine eve, avakirina wê jî bivî awayî dibe. Dema em bi wî alî temaşe bikin, hevserokatî tam panzehîra van nêzîkatiyane ye.”

‘Modela ku jinên Kurd hewl didin bixin meriyetê tê hedefgirtin’
 

Halîde Turkoglu îşaret bi wê yekê kir ku hevserokatî modelek ku wekheviya zayendî di parêze û li dijî tektiyê di sekine ye û got: “Niha modelek wiha heye. Li beramberî wê jî modelek ku dijminê wê heye. Dema em li vêderê temaşe bikin, çima dema em pergala hevserokatiyê pêktînin qeyûm tê tayînkirin? Bersîva vê pirsê girtin gengaze. Hevserokatî modelek ku hewl dide qada wekhevî û azadiya jina Kurd û gelê Kurd ava bike.”

Di avakirina aştiyê de jin

Halîde Turkoglu bal kişand ser têkoşîna jinan li dijî şerê ji dîrokê heta niha didome û got ku ev têkoşîn li gel banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê hê zêdetir hatiye dîtin.

Halîde Turkoglu anî ziman ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di firsendên dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Dema em di aliyê jinan de bi nirxînin, hertim em di ferqê dene ku nabin xwedî van firsendan. Ev firsedên wiha, divê ne di desthilatdariyê de, ne zîhnyeta serdest, ne jî di tekelê yên ku dixwazin şer bikin neyê hiştin. Ceribandinên dinyayê her nîşan daye, dema jin di têkoşîna aştiyê de cih bigrin, ew pirsgirêk zûtir dikare çareser bibe. An jî çareseriyên mayînde ava dibe. Ji ber têkoşîna jinan têkoşînek pir civakî ye. Ger aştî ne tenê bêdengkirina çekan be, di nava civakê de derfetê avakirina aştiyek civakî divê em ava bikin, di vê pêvajoyê de jin dibin kirdeyên bingehîn. Bi wî alî, ji roja destpêkê ve  jin di çeperê li dijî şer de hevdîtinên cidî kirin. Ji xwe ji berê heta îro xwedî wan ceribandinanin. Wek jin em dizanin şar çawa di mala mede, têkoşîna mede di teyîse. Lê belê di demê derfetek yê aştiyê heyî de têkoşîna wekehevî û azadiyê jinê jî em dizanin ku divê bi hevre bilind bibe. Ji ber ev pirsgirêk ne pirsgirêkên ku jin li aliyekê bimînin, mêr jî di navbera xwe de bi awayê siyaseta mêrê serdest çareser bike ye. Ger bikaribûna çareser bikin, jixwe wê ji zûde çareser bikirana.”  

‘Di zemîna nasnameya jinê de hatina ba hev’

Halîde Turkoglu îşaret bi sedemên cihgirtina jinan di çeperê li dijî şer de kir û wiha got: “Ger welat li ser tektiyê, netewperestiyê ev pirsgirêk mezin kiribe, îro tevgerên jinan, ên ku têkoşîna jinên dide meşandin, ol, bawerî, nasname, ziman, nêrîna jiyanê, îdeolojî cûda bin jî li cihê herî guncaw, li ser nasnameya jinê dikarin bên ba hev. Sedemê pêwîstiya bi aştiyê hemane, lê belê dibe ku pêwîstiya mêrekê bi aştiyê nebe, dikare bê guhertin, li gorî fikarên wan tê guhertin. Li gorî fikrên sermayeyê tê guhertin. Li gorî fikarên desthilatdariyê dikare were guhertin. Lê belê fikara bingehîn a jinan eve; Aştî ji bo me awayê pêşerojekê ye. Emê biryar bidin ku di pêşerojek çawa de, qadek çawa ya hevpar de bijîn. Ji ber em dibin hedefa şeran. Di şeran de, beden, ked û azadiya me dibin hedef.”

‘Aştî ji bo jinan firsendek mezin e’

Halîde Turkoglu got ku pêvajoyên aştiyê ji bo jinan firsendeke û jinên ku dibe hedefa şer hewldana bûna kirdeya aştiyê didin û da zanîn ku jin bi pirsa ‘em jiyanek çawa dixwazin’ ketine rê û bersiva vê pirsê jî têkoşîna jinane û ev tişt got: “Ji ber yê herî zêde êş kişandî em in. Cardin dîsa ên ku dubare dubare hîs dike ku ew birîn çawa xwîn dike em in. Ji ber divê pêvajoyê de jin hê zêdetir gotin ava bikin, qadên xebatên çalakiyan hê berfirehtir bikin. Lê belê desthilat vê naxwaze, ew sînorekê xêz dike û dixwaze çareseriyê di nava sînorên xwe de asê bike. Em jî neçarin vê pirsgirêkê ji tekelên desthilatdariyê derbixin. Eve pirsgirêka hemû partiyên siyasî û civakê ye. Ji ber vê divê rêxistinbûnek me a jinan, dema krîz çêdibin, jin bi piştevanî werin ba hev û mekanîzmayên raste rast di navde cih digrin ava bikin hebe.”

Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Li dijî Tundiyê ya Navnetewî, Halîde Turkoglu peyama xwe ya 25’ê Mijdarê anî ziman û diyar kir ku jin li dijî tundiyê, ji bo aştî û wekhaviyê dê li gel hev bin.

‘Divê xeta xweparastinê were honandin’

Halîde Turkoglu wiha got: “Mixabin desthlat bi butçyek nû ya şer re derket pêşberî me. Dema behsa Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin, butçeyek ku ji bo şer hatî veqetandin heye. Yek butçeya parastinê heye, xeta polîtîkayên ewlehiyê li holê ye. Ji bo jinê butçe nîne, lê ji bo şer heye. Li dijî vê tabloyê li dijî xizaniya jinê emê xebatekê bidin meşandin. Tundiya li dijî jinê, qeyûm, binpêkirinên ku girtiyên jin li girtîgehê dijîn hene. Ji bo girtiyan wê bertek û çalakî werin rêxistinkirin. Çawa ku desthilat bi her alî ve dijminatiya jinan, çawa bi hemû derfetan servîs dike, xweparastina vê jî heye. Xweparastin bi hatina ba hev a jinan pêktê. Ji ber wê em Meclîsa jinan a DEM Partî, hem TJA û Meclîsa Jinan a DBP’ê bi awayê civînên tax û malan li dijî tundiyê çawa têbikoşin, an jî rêxistinkirina wê taxê, rêxistinkirina jinan çawa be nîqaş bidin meşandin.”

‘Bi civînên mal bi mal em ê vê pêvajoyê bigihîjînin serkeftinê’

Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin ji bo van pirsgirêkan çareseriyê dixwazin. Lê belê ji bo çareseriya van pirsgirêkan pêwîstî bi modelê heye. Dizanin bi tena serê xwe nakin. Li vêderê piştevaniya jinan dikeve dewrê. Gelo li vê taxê piştevaniya jinan dê çawa pêkwere? Li vê taxê dema jinek rastî tundiyê tê divê çibike? Li dijî polîtîkayên şer, pirsgirêkên madeyên hişbir çareseriyên çawa hene? Li derdora van hemû pirsgirêkan xetek a xweparastinê dê were avakirin. Dema em berbi 25’ê Mijdarê ve diçin, ji xwe dê çalakî hebin, lê belê divê demê de hê zêdetir bi awayê civîn û hatina ba hev ya malan dê rixistinbûn çêbibe. Di heman demê de wê bernameyek ku di çarçoveya ku jin dê têkoşîna azadî û wekheviyê çawa bidin meşandin de were derxistin.”