Li Xezayê di rojek d 27 kesan jiyana xwe ji dest dan

Çavkaniyên tendirustiyê yên nexweşxaneyên Xezayê, ragihandin ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li Xezayê û herêmên başûrê Xan Yûnis de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 77 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di şerê Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve didome, piraniya wan jin û zarok zêdetirî 69 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

19’ê Mijdarê di roja 41’emîn a peymana agirbestê ku li Xezayê ketibû meriyetê de, rojek bi xwîn hat jiyîn. Li gorî daxuyaniyên tîmên parastina sivîl, di encamê êrîşên hêzên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî herêmên cuda yên Zîvala Xezayê û Xan Yûnis de 7 jê jin 10 jê zarok 27 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 77 kes ji birîndar bûn.

Di şeva roja Çarşemê de jî di bombebarana bajarê Xan Yûnis ê başûr de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û li gorî daxuyaniya parastina sivîl, li dijî Refahê jî hinek êrîş hatine kirin û ev yek zêdebûna xeternak a li herêmê nîşan dide.

Gelê koçber ê li Zîvala Xezayê jî bi rojan e di şert û mercên pir zehmet de di konên kevin û li dijî barana dijwar, serma û bahozê bê bandor de dijin. Ji ber vê rewşê, hinek konên qerebalix û xirab ên li peravê hatine danîn, hilweşiyan.