Ji KJK’ê deklarasyona ‘rêxistinî xweparastin û seferberiyê’
KJK’ê ragihand ku tundiya li dijî jinan bi riya polîtîkayên dewletê tê birêxistinkirin û got: “Tişta ku jinan li ser piyan bigre hêza wan a birêxistinkirî û jiyana wan a komunal e. Werin em li dijî şer, tundî, komkujî û destdirêjiyê xwe birêxistin bikin.”
Navenda Nûçeyan- Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinê li dijî Tundiya li ser jinan ya Navneteweyî li ya li ser Jinan deklarasyoneke berfireh weşand.
Naveroka deklarasyona ku bi sernavê; “Werin em li dijî şer, tundî, komkujî û destdirêjiyan xwe birêxistin bikin û komunên xwe ava bikin” hat weşandin wiha ye:
“Em ji xwişkên Mîrabel ên ku bi berxwedana xwe bûne wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê Jinan a li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî heta Roza Luxemburg, Sakîne Cansiz, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Asya Yuksel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Denîz Poyraz, Evîn Goyî, Hevrîn Xelef, Zelal Hesekê, Pelîn Zozan, Salîha Viyan, Nesrîn Amed û dîsa Narîn Guran û heya Rojîn Kabaîşê hemû jinên ku bi tundiya mêr hatine qetilkirin, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ê heza jiyanê, têkoşîn û mîrateya wan ji me re hiştine; girêdayî bingeha demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan soza tacîdarkirina cîhaneke ku aştî lê serdest e, didin.
‘Jin bi awayên her dijwar rastî tundiyê tên’
Tundî; rastiyek e ku serdestiya mêran li dijî jinan birêxistin kiriye, li gelek qadên jiyanê û di demên cuda de lê rast tên û bi awayekî psîkolojîk û fîzîkî dibe sedema birînên mezin. Jin di hemû kêliyên jiyana xwe de bi awayên herî dijwar ên vê tundiyê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî tundiya psîkolojîk û ruhî ya di nava hemû jiyana rojane de xwe nîşan dide, her ku diçe normalîze dibe û gihîştiye asteke ku nayê ferqkirin.
Jin; di gel ku temen, pîşe, netew, reng û pozîsyona wan a civakî ferq nake, bi berdewamî dibin mexdûrên vê tundiyê. Dibe em weke Silayê pitikek, weke Narînê zarokek, weke Rojînê ciwanek, weke Taybet Înanê dayîkek, weke Salîha Akkaşê jineke ku li meclîsê kar dike, weke Arevalo Lomasa 89 salî ya Perûyî ekolojîsteke ku dixwaze daristana xwe biparêze, weke Fevziye El Şeraniya Durzî ya ku li Sûriyeyê dixwaze li dijî çeteyên HTŞ’ê gundê xwe biparêze yan jî jinên li mekanên cuda û xwedî statuyên cuda bin. Lê belê tu ji van nasnameyan têrê nake ku me li hemberî tundiya birêxistinkirî, taciz û destdirêjiya serweriya mêran biparêze.
Li erdnîgariya ku em lê ne, tundî her roj her ku diçe zêde dibe û sala 2025’an di rastiyê de bû saleke wisa ku di bin wêrankirina hemû şerên li seranserê cîhanê de, tundiyê xwe gihand astên herî bilind.
Komkujiyên li ser Durzî û Elewiyan ên li Sûriyeyê û şerê li Xezayê berdewam dike, xeleka tundiyê ya ku cîhan ketiye nava wê kûrtir kir. Bêyî em bigihîjin dawiya salê bîlançoya tundî û komkujiyên îsal, gelekî ji yên salên borî derbas bûye.
‘Li seranserê cîhanê nêzî 86 hezar jin û zarokên keç hatin qetilkirin’
Li seranserê cîhanê nêzî 86 hezar jin û zarokên keç hatine qetilkirin û ji van nêzîkî 52 hezar ji aliyê endamên malbatên xwe û derdora xwe ya nêz ve hatin qetilkirin. Li gel van hejmaran, mal û malbata ku weke ‘pîroz’ hatiye îlankirin, li asta cîhanî de ji bo jinan veguherîne cihên herî bi talûke.
Ji bo ku were fêmkirin bê ka tundiya li ser jinan çiqas bi awayekî sîstematîk tê birêvebirin, têrê dike ku mirov li polîtîkayên hemû welatan ên têkildarî jinan binêre.
Li Iraqê, di destpêka salê de li gel ‘zagona statuya takekesî’ hat xwestin ku destkeftiyên jinan ji destên wan werin standin, piştî Tirkiyeyê Letonyayê jî da zanîn ku ew ji Peymana Stenbolê vekişiyaye, li Efganistanê mîmariya xaniyan bê şibak e weke ku heya jin derve jî nebînin, hat dîzaynkirin, li Tirkiyeyê xutbeyên weke ‘jinên ku mil û singên xwe vedikin bê îman in û divê jin ji mîrasê ji nîvê para mêran razî bin’ hatin xwendin û li Îranê zêdetirî 800 jin hatin darvekirin.
Mêr-dewleta ku dixwaze biryara wê jin çi li xwe bike, çawa bikene, çi bixwe, çawa û bi kê re bijî û heya wê çend zarokan çêbike bide û her tiştî bixe bin kontrola xwe, jinên ku van sînoran derbas dikin qetil dike. Jin ji şaneşînan û şibakan nakevin xwarê, di nava avê de naxeniqin, xwe naşewitînin û bi xwe, xwe nakujin.Em dizanin ku li pişt van derewan tundiya mêran a hatiye veşartin heye.
Li gelek welatan hê jî zelalnebûna têgehên tundî û destdirêjiyê jî zêdetir cesaretê dide tundiya mêrên serdest. Her çend were nîşandan ku qetilkirin ji aliyê mêrekî ve hatiye kirin jî divê were zanîn ku li piştperdeyê aqil û polîtîkayeke dewletê heye.
Em dizanin ku tundiya li ser jinan, bi aqilê mêr-dewletê ve tê kirin û cewhera 25’ê Mijdarê jî sekinîna li hemberî vê tundiya dewletê ye.
‘Werin em bi ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemberî polîtîka û êrîşên şer bisekinin’
Dîtina rastiya li pişt profîlê, wê bibe destpêkirina çareseriyê ya li cihê rast. Divê were dîtin ku li pişt krîzên weke aborî, ekolojî, tenduristî û yên li hemû qadên jiyanê, tundiya li ser jinan heye.
Rêber Apo, di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de îfade dike ku yekem pirsgirêka civakî li gel kolekirina jinan a ji aliyê kujerê kastîk ve destpê kiriye û nîşan dide ku divê em ji ku dest bi çareseriya pirsgirêkên civakî yên roja îroyîn bikin. Kujerê kastîk, di serdemên yekem de bi obsîdyenê, di Serdema Navîn de bi şûrî û di roja me ya îroyîn de jî bi endustriyalîzmê ji bo qezencê diziyan dike.
Yanî di hemû serdeman de ji bo xwe maskeyeke din peyda dike lê belê weke heman kujerî di nava me de dijî. Carna di destê wî de şûr, carna jî bedil li xwe kiriye û bi qerewat e; carna serokê çeteyekî ye û carna jî serokê dewletê ye.
Ji ber vê yekê bêyî ku jin ji dewleta ku aktorê sereke yê tundiyê ye bendawariya strîn û parastinê bikin, civakîbûna ku wê bi jinan re bi pêş bixin wê bibe xweparastina herî mezin. Tişta ku jinan li ser piyan bigre hêza jinan a birêxistinkirî û jiyana wan a komunal e.
Girêdayî vê yekê divê em li hemberî vê pergala ku tundiya li ser jinan gihîştandiye asta şer, komkujî û koletiyê li gel ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe birêxistin bikin û vê tundiyê li qadan û kolanan protesto bikin.
Ev şer ne şerê me ye!
Şerên ku rewşa tundiyê ya herî dijwar îfade dikin jî her roj ji aliyê nûnerên vê pergala kapîtalîst û netewedewletan ve tê kûrkirin û berdewam dike. Di gel ku li Tirkiyeyê ji her çar zarokan, zarokek bi zikê birçî diçe dibistanê, dayîk ji bo ku zikê zarokên xwe têr bikin li ser gilêşan bermahiyan kom dikin û Rêber Apo ji bo aştiyeke mayînde ev qasî hewl dide jî budceya ku hikûmeta AKP’ê ji bo şerî vediqetîne, gelekî ji budceya ku ji bo jin, zarok, perwerde û tenduristiyê zêdetir e.
Di şerê ku li Xezayê berdewam dike de bi hezaran jin û zarok tên kuştin û di heman demê de ji aliyê mêrên ku di saziyên alîkariyê de dixebitin ve bi tundiya zayendî, psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû tên hiştin.
Dîsa Li Kenyayê dema ku jin pêdiviyên xwe yên herî sereke yên weke av û xwarinê bi cih tînin jî bi êrişa zayendî re rû bi rû dimînim.
Li Abya Yalayê her çend jê re nebêjin şer jî jin di asta şerî de bi êrîşan re rû bi rû dimînin.
Yanî li seranserê cîhanê armanc û mexdûrên şerê ku serweriya mêran ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve dibin, hebûna jinan, keda wan û nanê wan e. Ev hemû bobelatên ku tên serê kedkar, bindest, jin û zarokan û berdewam dikin, karê vê pergala serweriya mêran e.
Ji ber vê yekê sekinîna li hemberî şeran tê wateya xwedîlêderketin û parastina ked, nan, zarok, xweza, hewa, av û pêşeroja me.
Weke gelê Sûdanê yê ku ji niha ve bi hezaran însan ji cih û warên xwe bûne û dîsa bi hezaran tên qetilkirin, dibêje ‘kîjan alî bi ser bikeve jî bila ser bikeve, me winda kir. Ev şer ne şerê me ye’.
Girêdayî vê yekê beşdarbûn, bihêzkirin û birêxistinkirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, di serî de Kurdistan û Tirkiyeyê wê ji gelek krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe çareserî. Wê hincetên rantparêz, çete û mafyayên ku xwe dispêrin şer û tundiyê jî ji holê rabin. Çareseriya van krîzan bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan pêkan e.
‘Divê em pêşî li qetikirina ruh û fîzîka jinan a li ser navê evînê bigrin’
Hemû dane û bîlanço nîşan didin ku jin herî zêde ji aliyê mêrên ku ji wan re dibêjin ez
evîndarê te me ve tên xapandin, îstîsmarkirin, biçûkxistin, lêdan û qetilkirin. Divê jin, vê rastiya mêran, vê derewa ku li ser navê evînê di nava xwe de dihewîne û tundiyê bi awayekî cidî bigrin dest û li hemberî vê yekê têbikoşin.
Gelekî girîng e ku em li ser pirsa divê em çawa rê li ber hem tundiya fîzîkî hem jî ya hestiyarî bigrin, polîtîkayan diyar bikin û dîsa pîvana têkiliyê derxînin holê. Ji ber vê yekê bi wesîleya 25’ê Mijdarê weke jinan divê em xweparastinê ji çarçoveyeke berfirehtir binirxîne, em bizanibin ku mêrên ku dixwazin me têk bibin silaveke herî biçûk jî heq nakin, em pîvanên xwe diyar bikin û van pîvanan di hemû qad û kêliyên jiyanê de li pergala serweriya mêran ferz bikin.
Rastiya mêrê ku nizane wê çawa bi jinekê re biaxive, nikare bibe kesekî sosyalîst, destnîşan dike ku pîvana mirovbûnê jî girêdayî nêzîkatiya li hemberî jinan e. Wê demê divê li gel pirsên weke divê bi kîjan mêran re hevaltî were kirin, bibin hevrê, silavê bidin û ji kîjan mêran dûr bikevin pîvanek were bidestxistin û berê mêran jî bidin wê yekê ku rêzê li van pîvanan bigre û wan qebûl bikin. Bi taybetî jî divê em pêşiyê li qetilkirina ruhî û fîzîkî ya jinan a li ser navê evînê bigrin.
‘Li dijî tundiya pergala serweriya mêran bi dirûşma ‘Komun Dide Jiyîn’ derkevin qadan’
Rastiya birêxistinbûn û avakirina komunan a ku pergala serweriya mêran herî zêde êrişî wê dike, xweparastina herî sereke ye. Ji ber vê yekê divê tu jin bêyî birêxistinbûn û bi tenê nemînin. Divê tu jin li kampus, kargeh, zevî, tax û gundan xwe bi tenê hîs nekin. Divê di nava komunên ku bikaribe xwe lê îfade bike û biparêze de cih bigire.
Komun; terzê hebûna civakan e, şaneya bingehîn e, azadî û wekheviya rastîn di nava xwe de dihewînin û xwedî wesfeke demokratîk in. Girêdayî vê yekê divê jin; di gelek qadên weke xwendin-nivîsandin, sohbet, huner, aborî, çand, ekolojî, parastin û gelekên din de girêdayî hewcehiyên xwe werin ba hev û bikaribin hemû malan veguherînin komunan.
Jin dikarin di van komunan de nîqaş bikin ku bê ka daxwaza mêr, bav, bira yan jî hevalekî çawa dikin û pîvanên nêzîkatiya mêran a li hemberî wan diyar bikin.
Pergala serweriya mêran, ji bo ku têkiliya dîrokî ya bi hêz a di navbera jinan de ji hev qut bike, li ser derewan nabe ku du jin werin ba hevûdu jinan bi tenê dihêle û li hemû qadan jî êrişî jina ku bi tenê maye, dike û wan qetil dike.
Em dikarin van yekan bes bi rêya birêxistinkirina komunan derbas bikin û jiyanên alternatîf pêş bixin.
Girêdayî vê yekê di 25’ê Mijdarê de em; xebatên têkildarî hişyarkirin û perwerdekirinê di asta seferberiyê de pêş bixin!
Kolanan û qadan bi têkoşîna xwe ya li hemberî tundiyê tije bikin! Li gel vê yekê xwe bigihînin jin û ciwanên ku tundiyê bes di çarçoveya fîzîkî de dibînin lê belê nikarin tundiya aborî, psîkolojîk û ekolojîk pênase bikin!
Ji bo vê yekê em xwe bigihînin taxan, dibistanan, kampusan, kargehan û gundan! Di serî de jin em hemû ciwan û hemû ferdên civakê di vê mijarê de zanedar bikin, hişyar bikin û birêxistin bikin!
Divê em bi taybetî ji mêran re bibêjin ku pirsgirêka tundiyê di rastiyê de pirsgirêka mêraniya serwer e, vê yekê zêdetir nîqaş bikin û girêdayî vê yekê mêran perwerde bikin, biguherînin û veguherînin.
Dikare di çalakiyên weke semîner û panel ên wê werin lidarxistin de mijarên weke jina sosyalîst, mêrê sosyalîst, malbata sosyalîst û jiyana azad a wekhev werin nîqaşkirin û dikarin li ser zemînên nîqaşên bi vî rengî pîvanên jiyana azad pêş bixin.
Girêdayî vê yekê weke KJK’ê di serî de jinên Kurdistanî û li Rojhilata Navîn em bang li hemû jinên li seranserê cîhanê dikin ku di vê pêvajoya 25’ê Mijdarê de tundiya mêr-dewletê eşkere bikin û xebatên birêxistinbûn, perwerdekirin û zanedarkirinê bi ruhê seferberiyê mezin bikin.
Weke ku jinên Efganistanî anîne ziman ‘ev serdema tarî, di heman demê de ronahiya jinan jî geştir dike. Berxwedana jinan bes ne li Rojava li Efganistanê jî nîşan da ku dikare dijmin were têkbirin’.
Dubare tê dîtin ku dema jin milên xwe didin hevûdu li pêşiya wan tu astengî û zehmetiyên ku neyên têkbirin, tunene. Wê demê em ê milên xwe bidin hevûdu û jiyanan azad û birûmet ava bikin! Bibêjin ku ‘Komun dide jiyîn’ û li her derê li dijî tundiyê xwe birêxistin bikin!”