Navenda Metro êrîşa li dijî rojnamevanan şermezar kir

Navenda Metro ragihand ku êrîşa li dijî tîma Sharpress û desteserkirina telefona rojnamevanek jin û alavên rojnamevaniyê jin nîşaneya eşkere ya nefreta saziyên ewlehiyê ya beramberî kameraya rojnamevanan e.

Navenda Nûçeyan – Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamevanan têkildarî êrîşa li dijî tîma Sharpress û desteserkirina talafona rojnamevanek jin û alavên rojnamevanan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşa li dijî tîma Sharpress û desteserkirina telefona destan a rojnamevana jin û alavên rojnamevaniyê nîşaneya eşkere ya nefreta saziyên ewlehiyê ya beramberî kameraya rojnamevanan e.

Navenda Metro herî dawî wiha got: “Em daxwaz dikin ku ev şaşî demildest were sererastkirin. Rojnamevanek çawa dikare bêyî alavên rojnamevaniyê û telefonê destan bixebite?”