‘Li Suweydayê hezar û 490 kes hatin qetilkirin’
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku hejmara kesên ku ji 13’ê Tîrmehê ve di bûyerên li Suweydayê de jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 490.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 12 jê jin 95 Durzî ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ'ê ya cîhadîst ve li meydanan hatin qetilkirin.
Li gorî SOHR’ê, bi vê yekê hejmara kuştiyên bûyerên li Suweydayê ku di 13’ê Tîrmehê de dest pê kirine, bû hezar 490. Piraniya wan Durzî ne, ji wan 765 kes li qadan hatin qetilkirin.
Bîlanço bi vî rengî ye:
*725 şêniyên Suweydayê ku piraniya wan Durzî ne hatin qetilkirin. Ji vê hejmarê re di nav de 21 zarok û 57 jin, bi giştî 167 sivîl li meydanan hatin qetilkirin.
*Di nav de 40 ji şêniyên eşîrên bedewî, çekdarekî Lubnanî, 477 endamên wezareta parastinê û ewlehiya giştî hatin kuştin.
*15 endamên wezaretên parastinê û hundirîn di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.
*Di bombebarana Îsraîlê ya li dijî avahiya wezareta parastinê ya rêveberiya demkî ya Şamê de yek jê jin du kesên nenas hatin kuştin.
*Di şerê li Suweydayê de 2 rojnamevan hatin kuştin.
*69 jê jin, 15 zarok û kesekî bi temen di nav de 765 welatiyên Durzî hatin qetilkirin, 20 xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneya Wetanî ya Suweydayê bi guleyên endamên wezaretên parastin û hundirîn hatin qetilkirin.
*Ji eşîrên bedewî, jinek û zarok di nav de 3 kes li qadan bi guleyên çekdarên Durzî hatin qetilkirin.