Der barê çalakvan Zohreh Sarv û Neda Fotohî de dozek nû
Der barê girtiyên siyasî Zohreh Sarv û Neda Fotohî yên li Girtîgeha Qerçekê ya li Veramînê tên ragirtin de, ji Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Tehranê ve bi hinceta protesto kirina qûtbûna elektrîkê ya girtîgehê, dozek nû hate vekirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya ajansa saziya mafên mirov a Îranê (HRANA), der barê girtiyên siyasî Zohreh Sarv û Neda Fotohî yên li Girtîgeha Qerçekê ya li Veramînê tên ragirtin de, ji Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Tehranê ve dozek nû hate vekirin.
Li gorî nûçeyê, doz ji ber çalakiya protestoyî ya Zohreh Sarv û Neda Fotohî ya li dijî qutbûna elektrîkê ya dubare yê li Girtîgeha Qerçekê ya li Veramînê, hatiye vekirin. Di nûçeyê de wiha hate gotin: "Berî demekî, li Girtîgeha Qerçekê ya li Veraminê elektrîk qut bû. Piştî vê bûyerê, gelek girtiyan dirûşmeyên protestoyî berz kirin. Piştî vê bûyerê, ji aliyê Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya li Navçeya 39’emîn a Tehranê der barê Zohreh Sarv û Neda Fotohî de dozek nû hate vekirin. Di vê dozê de, her du girtiyên siyasî bi sûcdariya "heqaretkirina lîdertiyê” tên darizandin.
Aktîvîst Zohreh Sarv li medyaya dîjîtal bi navê "Mahfar" xebat dimeşîne û li Girtîgeha Qerçekê ya li Veramînê mîna girtiyek siyasî tê ragirtin. Zohreh, di Cotmeha 2021’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û şewqî Navenda Girtî ya Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ya mîna qawîşa Beşa A-1 tê zanîn hate kirin.
Zohreh Sarv, ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya di bin serokatiya Dadwer Îman Afşarî de, bi sûcdariya "li dijî rejîmê kombûn, hevkarî û propagandakirinê” mehkûmê 7 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Lê bi pêkanîna madeya 134’an a Qanûna Cezayê Îslamê, mehkûmê 6 sal cezayê girtîgehê hate kirin.
Neda Fotohî ya li Tehranê dijî mîna girtiya wijdanê li girtîgehê tê ragirtin. Neda Fotohî, bi sûcdariyên "Li dijî rejîmê progandakirin”, “Li dijî ewlekariya hundir û derva ya welat kombûn û hevkarîkirin” û “teşwîqkirina kesên din ji bo beşdarbûna xwepêşandanan” mehkûmê 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate kirin. Neda Fotohî jî bi pêkanîna madeya 134’an a Qanûna Cezayê Îslamê, mehkûmê 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate kirin.
Neda Fotohî, di Cotmeha 2023’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û sewqî qawîşa Beşa 209’an ya Girtîgeha Evîn a Tehranê hatibû kirin.