Navenda Jineolojî panêla li ser etîk û estetîkê li dar xist

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê di çarçoveya Etîk û Estetîk de panêlek li dar xist.

Kobanê- Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê der barê mijara etîk û estetîk (exlaq û xweşikbûn) de panêl ji bo hevserok û xebatkarên deste û buroyên Rêveberiya Xweser, li navenda xwe li dar xist.

Panêl bi şêwazê guftogoyê ku Navenda Jineolojî 32 pirsên cuda der barê pênasekirina etîk û estetîk, girîngiya wê di civakê de, asta wê di nava ciwan û jinan de,  girêdana di navbera zanista Jineolojî û xweşikbûnê de, analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser etîk û estetîk û hwd. nirxandin hatin kirin.

"Pêdiviya civakê bi nirxandina etîk û estetîk heye"

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Vîndar Beyrî der barê armanc û atmosfera panêlê de wiha nêrîn da: "Em weke navend li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirtûkek der barê etîk û estetîk de amade dikin, ji bo dewlemendkirin û nêrînê me rêzepanel li dar xist. Ji ber vê me vê carê ji bo xebatkarên Rêveberiya Xweser panêl li dar xist ji bo ku em nirxandin û şîroveyên wan jî nas bikin û li pirtûkê zêde bikin. Pêwîstî heye ku lêkolîn û analîz li ser exlaq û xweşikbûna civaka me were kirin, ji ber vê me dest bi xebateke bi vî rengî kir. Baweriya me heye ku dê ev xebat bandoreke erênî li ser civakê bide avakirin.

"Wê jin rola sereke ji bo bihêzkirinê bilîzin"

Seroka Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş girîngiya mijara panêlê wiha vegot: "Gelek girîng bû ku panêleke di vê astê de were birêxistinkirin, ji ber ku em dibînin di roja îro de exlaq û xweşikbûn ji naveroka xwe derketiye û bêwate maye. Em dizanin ku jin dikarin rola sereke di çareserkirina van pirsgirêkan de bilîze û lawaziyên heyî bihêz bike. Hêviyên me mezin in dê hişyariyek di nava civaka me de çêbibe û hinek tişt werin sererastkirin."