Nasnameyên 5 welatiyên di êrîşên SÎHA de jiyana xwe ji dest dan hat eşkerekirin

Agahiyên nasnameya 5 welatiyên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li hemberî konvoya gel a ber bi Bendava Tişrîn û Sirînê ve diçû de hatin qetilkirin, hatin parvekirin.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navên  welatiyên êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî karwanê sivîlan ê diçû Bendava Tişrînê û êrişa li dijî gundê Girk ê Kobanê aşkera kirin.

Navên welatiyên êrişa li dijî karwanê sivîlan ên diçû Bendava Tişrînê wiha ne: Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya), Azad Ferhan Mihemed Hesan (Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê).

Navên şehîdên êrişa li gundê Girkê: Mistefa Ebdî, Elî Şaşo.

Nobed didome

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê  ji saetên sibehê ve derdora bendava Tişrînê ya ku welatî lê kom dibûn, topbaran dike. Li dijî êrîş û topbaranê bi hezaran welatî nobeda xwe ya li ser bendavê didomînin.