Li Şamê jinan pêşeroja Sûriyeyê nîqaş kirin

Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê li Şamê civînek li dar xist. Di vê civînê de jinan bal kişandin ser pirsgirêkên jinan di qada siyasî de. Her wiha projeyên xwe ji bo pêşxisitina rola jinên Sûriyê di qada civakî û siyasî de pêşkêş kirin.

RAMA XELAF

Şam – Duh li paytexta Şamê ya Sûriyê Tevgera siyasî ya jinên Sûriyê civîlen ku dar xist. Armanc ji vê civînê ew e ku bal bê kişandin ser doza jinan di qada siyasî de û pêşkêşkirina porjeyên xwe ji bo pêşxisitna rola jinên sûriyê di qada civakî û siyasî de. Ev civîn di çarçoveya pêşxistina diyaloga netewî de hate li darixsitn. Beşdarvanan di civînê de derbar pirsgirêkên jinan, rêya çareseriyên ku dikarin bên pejirandin da ku karibin nûnertiya rasteqîn a ku daxwazên wan ji bo pêjşeroja Sûriyê nîşan dide, nîqaş kirin.

Jinên ku beşdarî civîna Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê bûne tekez kirin ku hebûna rola jin di cihên biryardayînê da ku nûnertiya rast a berjewendî û daxwazên xwe misoger bikin, gelek girîng e. Ji bo berdewamkirina kar û xebatên jinan û piştgirîkirina mafê jinan di hemû qadan de berpirsiyar in.

Projeyên Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê hatin pêşkêşkirin

Di civînê de projeya “Şêwirên Neteweyî” ku di 2018’an de dest pêkiriye, hate pêşkêş kirin. Armanca vê projeyê ku civînên şêwiriyê li hemû deverên Sûriyê bi jinan re çêbikin. Di encama van civînan de nêrînên jinan derbar pirsgirêkên siyasî û civakî yên ku girêdayî karûbarên Sûriyê, hatin belge kirin. Ev proje girîngtirîn projeyên ku dengê jina Sûrî radigihîne û nêrînên wê îsbat dike. 

Her wiha projeya “Rêya siyasî ya femînîst a ji bo avakirina aşîtiyê” hate pêşkêş kirin. Ew proje têkildarî lidarxistina diyaloga niştimanî di navbera hêzên siyasî yên opozîsyona Sûriyê de ye. Tevgerê ragihand ku di mehên Gulan û Mijdara sala 2024’an de diyalog bi 12 desteyên siyasî li hundir û derveyî Sûriyê li dar xistin. Di encama van diyalogan de kexezek ji têgihiştinê derket holê ku tê de lihevkirinên ser mijarên girêdayî pêşîeroja Sûriyê hebûn. Lê hîn jî mijarên ku pêwîstiya bi nîqaşan zêdetir hene.

Pêşxisitna rola jin di biryargirtinê de

Beşdarvanan di civînê de bal kişandin ser girîngiya hebûna rola jinan di cihên biryardayînê de û tekez kirin ku ji bo misogerkirina nûnertiya rast a berjiwendî û daxwazên xwe. Her wiha anîn ziman ku divê wekheviyek di nava her du zayendan de di hemû qadên siyasî, civakî û aborî de bê çêkirin. Beşdaran bibîr xistin ku di avakirina pêşeroja Sûriyê hebûna rola jinê gelek girîng e.  

Di civînê de gelek biryar hatin dayîn jê ya herî girîng li dar xistina bernameyên bihêzkirina siyasî ji bo jinan ew jî bi rêya perwerdekirin û hişiyarkirin. Berdewamkirina diyalogan bi hêzên cuda yên siyasî re ji bo yekkirina lihevhatina netewî. Piştgirîdayîna hebûna jin di cihên biryardayînê de. Her wiha domandina gotûbêjan ser mijarên pirsgirêkên heyî ji bo misogerkirina nêrîneke hevbeş ji bo pêşeroja sûriyê û avakirina Sûriyeke demokratîk. Beşdarvanan dest nîşan kirin ku wê ji bo pêşxisitna rola jin di qada siyasî de û piştevaniya mafê jinan di hemû waran de ew erkdar in.

Ev civîn pêngaveke girîng e ji bo bidestxistina nêrîna Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê di avakirina civakeke ku rola jinan weke hevkarên sereke di pêvajoya aştî û biryardanê de nas bike.

Jinên ku bi coş civîna xwe li dar xistin dirûşma “Serê xwe hildin em Sûriyeyek azad dixwazin”, “Kurd û Ereb bijî jinên Sûriyê”.