Li Hesekê 3 şoreşgerên jin bi meşek girseyî bibîr anîn

Bi pêşengtiya Kongra Star a Kantona Hesekê û di bin dirûşmeya "Bi berxwedana Sakîne Cansiz emê têkoşîna xwe bilind bikin" meşek girseyî hat lidarxistin.

Hesekê – Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz bi nûnera KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) re di encama sûîqesteke nemerdane de li paytext Parîsa Fransayê hatin qetilkirin. Bi boneya 12'emîn salvegera qetilkiria 3 tekoşerên azadiyê, bi pêşengtiya Kongra Star li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê meşek girseyî hat lidarxistin.

Di meşê de hemû nûner, sazî û dezgehê jinan û pêkhateyên ji Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê, Hol, Şedadê û kampa Waşokanî, amade bûn. Di meşê de wêneyên her sê tekoşeran û pankartên bi nivîsa "Ji komplogeran re na" hatin hilgirtin. Meş ji xaçerêya Kevokê destpê kir û li xaçerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî veguherî mitîngê.

'Hêz û îradeya jina azad bendava li beramberî berjewendiyên desthilatdar e'

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Koordînasyona Kongra Starê Şeraz Hemo axivî. Şeraz destnîşan kir ku pêvajo pêvajoya diyarkirina çaranûsa jinan e û wiha got: "Îro em di salvegera komkujiya Parîsê de qetilkirina tekoşeran şermezar dikin. Hewldanên siyaseta desthilatdar bi hedfgirtina pêşengên jin heye, ev tê wateya berdewama siyaseta tunekirina nasnameya jinê. Pêşengtiya jinê û hêza wê wekî bendavek li beramberî siyaset û pêkanîna bercewendiyên wan e. Yê ku komkujiya Parîse pêk anî, dewleta Tirk e. Îro jî endama Koma Jinên Zenûbiya kir hedef."

'Em di pêvajoya diyarkirina çaranûsa jinan de ne'

Şêraz di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman ku gel fêrî azadiyê bûye û wiha got: "Jinê tama azadiyê dîtiye, lewma jin êdî siyasetên çewsandinê qebûl nake. Jinan di bin projeya Netewa demokratîk de xwe birêxistin kirin û helwesta xwe nîşan dan. Hêz û îradeya jinan ji mirinê mezintir e, lewma me xeta berxwedaniyê bijartiye û emê li ser vê xetê dewam bikin. Em bi dilgermî berxwedana bendava Berxwedanê silav dikin û piştgirî didin wan. Em di pêvajoyekek hesas de ne ku ewe tê de çaranûsa jina azad were diyarkirin. Emê çaranûsa xwe bi ked, têkoşîn û îradeya jina azad ava bikin. Eger îro dinya behsa Sûriya nû dike, gerek jina azad xwedî rol be. Sûriyeke nû û demokratîk, bê hebûna jinê nayê avakirin û nayê qebûlkirin."

‘Em şopdarên xeta wan in’

Di berdewama mitîngê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Îlham Mustefa jî axivî. Îlham Mustefa wiha got: "Tekoşer Sakîne û rêhevalên wê mîrasek ji bo hemû jinan in. Yê ku Ronahî da rêka me, ked û fikrê wan ê azad e. Lewma em şopdarên xeta wan in."

Meş bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bidawî bû.