Kongra Star: Kerem sembola têkoşîna jinan a ji bo azadî û edaletê ye

Kongra Star têkildarî êrişa dewleta Tirk a li ser girsêya ku ji bo parastina ji hilweşînê çûbû Bendava Tişrînê û qetilkirina rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed daxuyanî da.

Navenda Nûçeyên – Bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û parastina wê ji hilweşînê, duh bi hezaran şêniyên kantonên Cizîrê, Tebqa, Reqa û Firatê çûn bendavê. Dewleta Tirk li dijî karwanê sivîlan êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de tevî rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed, 3 kes şehîd bûn û 15 kes birîndar bûn.

Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek binpêkirineke mezin li nirxên mirovahiyê hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku Kerem rêvebereke sereke di Kombûna Jinan a Zenûbiya de bû û bû sembola têkoşîna azadiya jinan û mafên wan. Hate diyarkirin ku şehîd Kerem kesayetek wisa bû ku hewl dida civakeke demokratîk, adilane û wekhev ava bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qetilkirina Kerem sûcek dijmirovî ye û sûcek li dijî nirxên azadiyê ye. Her wiha wekî hewldaneke ji bo bêdengkirina jinên têkoşer hat wesifandin.

‘Sembola têkoşîna jinan a ji bo azadî û edaletê ye’

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan rê ji Tirkiyeyê re vekirî dihêle ku sûc û siyasetên xwe yên çewsîner bidomîne, ev jî wê bandorên xetere li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêbike."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin û dimildest sûcên Tirkiye yên li dijî jin û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, der barê van sûcan de lêpirsînekê vekin, berpirsên sûcan sewqî edaletê bikin û cezayan li Tirkiye bibirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em teqez dikin ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkoşîna xwe ya rewa ya ji bo azadî û rûmetê gavan paşde naavêjin. Kerem nayê jibîrkirin. Kerem sembola têkoşîna jinan a ji bo azadî û edaletê ye."