MKGP: Ya ku hatiye hedef girtin bi nasnameya jinê re rojnamegeriye

MKGP'ê ya qetilkirina rojnamegerên jin ên li Meksîka û Îsraîlê şermezar kir, wiha got: “Ya ku hedef hatiye girtin nasnameya jinê û pîşeya rojnamegeriyê ye."

Navenda Nûçeyan - Li Meksîkayê du, li Îsraîlê jî rojnamegerek hat qetilkirin. Dema ku rêvebera malpera nûçeyan a El Veraz a li Cosoleacaquyê Yessenia Mollinedo Falconi û nûçegihana wê Sheila Johana Garcia Olivera ji aliyê kes an kesên nasnameya wan nediyar ve hatin qetilkirin, leşkerên Îsraîlê nûçegihana kanala televîzyona Al-Jazeera Şîrîn Ebû Akile qetil kirin.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) der barê qetilkirina rojnamegerên jin û zextên dawî yên li ser rojnamegeran de daxuyaniyeke nivîskî da.

 “Îro li gelek deverên cîhanê rejimên otorîter yên pêş dikevin û polîtîkayên şer, zext, sansur yên li vî re giredayî pêktên; di gel ku ev yek her ku diçe dijwariya karkirina pîşeya rojnamegeriyê bi xwe re tîne, di heman demê de girîngiya vê pîşeyê jî zêde dike. Yek ji hedefên van polîtîkayan rojnameger in û bi taybet jî jin in. Li gelek deveran rojnameger an tên qetilkirin, an tên girtin an jî tê astengkirin ku pîşeya xwe bikin. Li dijî van zextana rojnameger li berxwe didin ku rûmeta pîşeya rojnamegeriyê biparêzin."

“Em vê ferasetê şermezar dikin”  

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin Şîrîn Ebû Akile dema nûçe dişopand ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin de, wiha hat gotin: “Di şexsê Akileyê de nasnameya jinê û pîşeya rojnamegeriyê hat hedefgirtin. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê zihniyeta Akileyê kir hedef şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê têkoşîna ji bo cîhaneke ku dema rojnameger karê xwe dikin nabin hedef, cîhaneke ku azadiya çapemeniyê lê heye bidomînin."