MKG’ê bertek nîşanî zextên li ser rojnamegeran da
Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de 3 rojnameger hatibûn binçavkirin. MKG'ê bertek nîşanî binçavkirinan û zextên li ser rojnamegeran da û xwest rojnameger demildest bên berdan.

Navenda Nûçeyan – Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de bi ser gelek malan de hate girtin. Piştî lêgerînên li malan, rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî di nav de 52 kes hatin binçavkirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî binçavkirina rojnamegeran daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bang li hemû kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran hevgirtinê mezin bikin û bi hev re têbikoşin."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Îro danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê de, bi ser gelek malan de hat girtin û rojnamevan Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî di nav de 52 kes bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin.
Ev binçavkirin di çarçoveya hewldanên hikûmetê yên bêdengkirina çapemeniya azad de ne. Bi taybetî hedefgirtina rojnamegerên jin nîşaneya hewldana pêşîgirtina li hebûna jinê ya di çapemeniyê de û têkoşîna heqîqetê ye. Rojnameger dê rastiyan eşkere bikin, bibin dengê civakê û li dijî zilmê li ber xwe bidin.
Azadiya çapemeniyê bingeha civaka demokratîk e. Lê belê li Tirkiyeyê polîtîkayên zextê yên hikûmetê gihiştiye wê astê ku rojnameger, nivîskar û xebatkarên çapemeniyê bêdeng bike û sûcdar bike û mafê raya giştî ya girtina nûçeyan asteng bike. Binçavkirin û zextên bi vî rengî yên bêhiqûqî wê nikaribin rastiyê veşêrin.
Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em daxwaz dikin ku demildest hevalên me bên berdan. Em bang li hemû kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran hevgirtinê mezin bikin û bi hev re têbikoşin.
Çapemeniya azad nayê bêdengkirin! Rojnamegerên jin ne bi tenê ne!"