Li Sûdanê êrîşên li dijî sivîlan didome
Hat ragihandin ku di êrîşên paramîlîter ên li ser 2 gundên Eyaleta Nîlê Spî ya li başûrê Sûdanê de jin û zarok jî di nav de zêdeyî 200 sivîl hatin kuştin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250218-20250218-sudan-jpg982f86-image-jpg5d1c48-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê ji 15’ê Nîsana 20232an ve di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de pevçûnên tund berdewam dikin. Di encama vî şerî de bi deh hezaran kes mirin û zêdetirî 12 milyon kes jî koçber bûn. Di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin ku di 3 rojên dawî de jin û zarok jî di nav de jin û zarok jî di nav de zêdetirî 200 sivîl di êrîşên paramîlîter ên li ser 2 gundên li Eyaleta Nîlê ya Spî ya li başûrê Sûdanê hatin kuştin.
Li Sûdanê, komek parêzerên alîgirê demokrasiyê got ku rêxistina sivîl înfaz, revandin û talankirin bi "êrîşkirina sivîlên bêçek li herêmên ku hebûna leşkerî lê tune ye" pêk aniye.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî; Sûdan niha li cîhanê krîza herî mezin a jicîhûwarkirina bi darê zorê dijî.
WHO hişyarî da
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku Sûdan di sala 2025’an de ji sedî 20’ê êrîşên li ser tenduristiyê li seranserê cîhanê temsîl dike. WHO derbarê êrîşên li ser saziyên tenduristiyê de hişyarî da û ragihand ku di nava 40 rojan de di 13 êrîşan de 79 kes mirine û 59 kes jî birîndar bûne.
Li hemberî van geşedanan Sûdan jî bi nexweşiyên curbecur re şer dike, di serî de kolera ku li Sûdanê zêdetirî 53 hezar û 200 kes pê ketine û li 12 eyaletan hezar û 423 kes mirine.