Îranê îşkence li du jinên Kurd kir

Rejîma Îranê li bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê êrişî malekî kir û îşkence li du jinên Kurd kir.

Navenda Nûçeyan – Îro Sêşemî 18’ê Sibatê, li gor raportên ku di medyayên mafên mirovan ên Kurd de hatine belavkirin, hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Pîranşarê êrişî maleke çalakvanekî siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Hat zanîn ku hêzên Îranê eşyayên di malê de rûxandin û jina bi navê Este Çogar a 80 salî û Sade Bayezîdî (45) li malê xistin û îşkence kirin.