Mexdûrên erdheja li Afganistanê her ku diçe zêde dibin
Hejmara qurbaniyên erdheja li Afganistanê gihîşt 1150 kesan her wiha erdhejên nû bi pileya 4,3 li nêzî sînorê Pakistan û Afganistanê qewimîn.
Navenda Nûçeyan - Li gorî amarên dawî yên ku medyaya fermî belav kiriye, hejmara qurbaniyên erdheja ku di 22'ê Hezîranê de bi pileya 5,9 li Afganistanê rû da gihîştiye 1150 kesî, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran jî bê mal mane.
Rêveberê ajansa nûçeyan a “Bextar” a Talîbanê Ebdulwahed Reyan got ku hejmara kuştiyan gihîştiye 1150 kesan, li gorî raporên berê ku behsa kuştina 1000 kesan dikirin û herî kêm 1600 kes jî birîndar bûne.
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî hejmara qurbaniyan 770 texmîn kir.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Efganistanê Şerafet Zeman piştrast kir ku îro 5 kes li rojhilatê Afganistanê di encama erdhejên nû de mirine.
Malpera Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê destnîşan kir ku erdheja îro li Afganistanê rû da, bi êza 4,3 bû û li nêzîkî sînorê Pakistan û Efxanistanê rû da.