Meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’: Bêyî jinan çareserî nabe

Meşa ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" dest pê kir gihîşt Dîlokê. Sumeyye Boz a li Dîlokê axivî, wiha got: “Beyî Abdullah Ocalan çareserî nabe, bêyî jinan çareserî nabe."

Dîlok – Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja xwe ya 4’emîn de li Dîlokê berdewam dike.

Jinan li navçeya Şahînbey a Dîlokê, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, bi bîr anîn. Jin, li ber avahiya navçeya Şahînbey a DEM Partiyê kom bûn û ber bi Kolana Hejmar 67024 a li taxa Cengîz Topel ku Hakî Karer lê hatibû qetilkirin, meşiyan. Jinên ku bi qurnefîlên di destên xwe de meşiyan, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Mafê hevîye mafê gelan e" berz kirin. Piştî meşê, Parlamentera Mûşê Sumeyye Bozê daxuyaniyek da.

‘Em ji bo azadiyê dimeşîn’

Sumeyye Boz, destnîşan kir ku meşa ji Amedê heta Enqereyê ne tenê ji bo daxwazên wan e û got ku her gaveke wan ji bo demokrasî û azadiyê, her wiha ji bo hevrêyên ku di têkoşînê de winda kirine. Sumeyye Boz, diyar kir ku ew ê di tevahiya meşê de kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin û got: "Em îro li vir in. Rêberê Gelê Kurd jê re digot 'ruhê min ê veşartî'. Dema ku Hakî Karer ji aliyê faşîzmê ve hat kuştin, wan dixwest têkoşîna hevpar li cihê ku lê hat gulebarankirin bi dawî bikin. Ji ber ku ew ditirsiyann ku ew şoreşgeran bîne cem hev. Ew ditirsiyan ku şoreşgerên tirk û kurdan werin cem hev. Wan dixwest hêviyê tune bikin. Wan ew kuştin da ku pêşî li vê yekê bigirin. Em îro li vir in ku têkoşîna heval Hakî bigihê armanca xwe. Em ê têkoşîna wî berfirehtir bikin."

Nagîhan Akarsel bibîranî

Sumeyye Boz, destnîşan kir ku îro di heman demê de salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel e jî û got: "Îro, em wekî jinên kurd, tirk, ereb, misilman, êzdî û yên din, di rêya wan de dimeşin. Em piştgiriyê didin têkoşîna navneteweyî ya heval Nagihan, heval Hakî û heval Emîne Erciyes. Îro, bi vê meşê, tê dîtin ku ev têkoşîn gihîştiye armanca xwe. Em dibêjin ku ev meş dê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were tacîdarkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û mafên wî yên demokratîk werin naskirin. Em dibêjin ku bê Ocalan çareserî nabe, bê jinan çareserî nabe."