Ji ciwanên Mexmûrê komxebat: Komîn û dewlet

Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan (TCM-TJCM) ên wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûşma ‘Dîrok Ne Şerê Çîna, Şerê Dewlet û Komînan e’ komxebatek lidarxist.

Mexmûr – Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TCM-TJCM) li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi dirûşma ‘Dîrok Ne Şerê Çîna, Şerê Dewlet û Komînan e’ komxebatek lidarxistin.

Komxebat li Mala Gel bi tevlîbûna ciwan û jinên ciwan, herwiha endamên saziyên wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Pinar Bayar axaftina vekirinê kir û got: “Me li ser bingehê manîfestoya Rêbertî wek tevgera ciwan û jinên ciwan xwest komxebatek lidarbixin. Komxebata me jî li ser têgehên dewlet û komînê ye.”

Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Piştre di çarçoveya komxebatê de li ser têgehên komîn û dewletê nirxandin hatin kirin. Dewlet çi ye? Di cewherê dewletê de çi heye? Komîn çiye? Komîn li ser kîjan esasan tên avakirin, cewherê wê çi ye û rêxistinkirina komînan çawa dikare were pêkanîn, nîqaş hatin meşandin. Piştî nîqaşan sînevîzyona ku têkildarî komîn û dewletê hatî amedekirin hat temaşekirin.

Piştre jî encamnameya komxebatê ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Axîn Gokalp ve hate xwendin û komxebat bi dawî bû.

Têkildarî armanc û naveroka komxebatê endama Tevgera Jinên Ciwan Pinar Bayar ji ajansa me re axivî.

‘Naveroka komxebatê li ser têgehên dewlet û komînê bû’

Pinar Bayar bi van gotinana qala naveroka komxebatê kir: “Naveroka komxebatê li ser têgehên dewlet û komînê bû. Di manîfestoya ku Rêbertî ji me re şandî de girîngî hatibû dayîna herdu têgehan. Me jî xwest li ser vî esasî komxebatek ji bo ciwanan lidarbixin. Ango erk û berpirsyariyên ku di manîfestoyê de ji me hatine xwestin, me xwest bi ciwanan re nîqaş bikin û fam bikin. Di encama komxebatê de jî nîqaşên girîng hatin kirin û encamên baş hatin bidesxistin.”

‘Pêwîste em li her derê komînên xwe ava bikin’

Pinar Bayar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema mirov temaşeyî komîn û dewletê dike, wek Rêbertî jî dibêje divê despêkê em li dîrokê temaşe bikin. Rêbertî dixwaze esasê jiyana berê ya komînal roja îro de jî bide jiyankirin. Pêwîste em wek ciwan û gelê Kurd bibin layiqê Rêbertî. Divê pêvajoyê de tişta ku ji me tê xwestin pêwîste em di nava civakê, di nava semtan de komînên xwe bidin avakirin û pêşxistin. Wek ciwan çi dikeve ser milê me jî em ê pêkbînin.”