Êrişên Îsraîlê li ser Xezayê didome

Êrişên li ser Zîvala Xezayê tevî bangên agirbestê yên navneteweyî didomin û ev êriş dibin sedema mirin û birîndarbûna mirovan.

Rojane

Jinên Suweydayê daxwaza lêpirsîna navneteweyî dikin

Şêniyên bajarê Şehba ya Suweydayê ku xwepêşandanek li dar xist, daxwaza vegera ewle ya li gundên xwe, serbestberdana revandiyan û lêpirsîna navneteweyî kir.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda- Jinên li bajarê Suweydayê Qada Karama xwepêşandanên xwe didomînin. Xwepêşandêran nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser herêmê da. Her wiha daxwaza mafên diyarkirina çarenûsê, vegera ewle ya li gundên xwe yên di bin kontrola rêveberiya demkî kirin.

Xwepêşandêran banga serbestberdana revandiyan kir û sûcên li dijî wan hatine kirin, şermezar kirin. Her wiha xwepêşandêran ji Komîteya Navneteweyî ya Lêkolînê xwest binpêkirin û sûcên li Siwêdayê hatine kirin aşkera bikin, hesab ji berpirsên wan bixwazin.

Ji Înîsiyatîfa Salîha Rîma Xalîfe, wiha got: "Em îro li vir li Qada Karamayê ne, ji ber ku em bi gelê xwe re di nava hevgirtinê de ne. Em daxwaz dikin ku dengê xwe li seranserê cîhanê bidin bihistîn kesên hatine revandin werin berdan û korîdorek mirovî ya navneteweyî were vekirin. Ev mafê me ya rewa ya serxwebûn û azadiyê ye."

Dorpêça giran û karesata mirovî

Delaa Ebû el-Fadl jî rewşa mirovî ya li Suweydayê wiha anî ziman: "Karesatek e. Herêm du meh zêdetire ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve di bin dorpêçeke giran de ye. Ev bû sedema qutkirina dabînkirina xwarinên bingehîn ên mîna ard. Ketina karwanên alîkariyê tê astengkirin û şewitandin. Dermanên penceşêrê jî di nav de xwegihandina dermanan rawestiya. Ev yek êşa gel zêdetir dike.”

Ebû el-Fadl, diyar kir ku ew alîgirê rûmet û aştiyê ne, êrîşî kesî nekiriye, lêbelê ew ê nehêlin ku kes êrîşê wan jî bike.

Daxwazên gel: Azadî û serxwebûn

Maha Ebû Reslan jî diyar kir ku xwepêşandan berdewamiya daxwazên azadî û serxwebûnê ne û got: “Sweydayê ji ber zilm û dorpêçê aramî nedîtiye. Em berê beşdarî xwepêşandanên du sal ên li dijî rejîma berê ya Sûriyeyê bûn. Em îro jî dixwazin xwe ji hêzên hewil didin me tûne bikin, rizgar bibin.”

Maha Ebû Reslan, destnîşan kir ku  daxwazên wan ên sereke eşkerekirina çarenûsa kesên hatine revandin û vegera xwendekarên zanîngehê ya ji bo malbatên xwe ne û wiha axivî: "Herêm di şert û mercên mirovî û jiyanê yên pir dijwar de dijî. Em kêfxweş in ku komîteyek ji bo belgekirina rastiyan hat. Hêviya me ew e ku ev komîte encamên berbiçav bi dest bixe û binpêkirinan eşkere bike. Heta ku daxwazên me pêkwerin, em ê her Şemiyê li kolanan bin.”

‘Em dixwazin di ewlehiyê de bijîn’

Saraa Azzam jî daxwaza xwe ya vekirina korîdora mirovî û vegerandina jinên hatine revandin dubare kir û got: "Li Suweydayê ne ard, ne nan, ne jî xwarin heye. Em tenê dixwazin vegerin dibistan û zanîngehên xwe û di ewlehiyê de bijîn. Em ê heta ku dengê xwe bidin bihîstin û daxwazên me pêkwere, xwepêşandanan bidomînin.”

Saraa Azzam, da zanîn ji ber girtina rêyan û zehmetiyên veguhestinê, gelek xwendekar nikarin biçin zanîngehê.