Melale Yusfazayî: Hûn ê bi hêza xwe cîhanê biguherînin

Çalakvana Pakistanê Melale Yusfazayî piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan da û got: “Hûn ê bi hêza xwe cîhanê biguherîninn.”

Nevenda Nûçeyan- Di berfirehbûna nerazîbûnên li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ku bi destê polîsên qaşo exlaq ên rejîma Îranê hat qetilkirin, çalakvana Pakistanî Melale Yusfazayî piştgiriya xwe ya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diyar kir û peyamek bi dîmen di Tiwweterê de pêşkêşî jinên xwepêşender kir û wiha got: “Ji bo ew jinên ciwan ên Îranê ku li qadan ji bo mafê xwe yê azadiyê, têdikoşin got: “Hûn ê bi hêza xwe cîhanê biguherînin. Ya girîng ew e ku ev xwepêandanên ji bo mafê azadiyê berdewam bikin. Çîrokên xwe parve bikin da ku hemû kes piştgirî bidin û ji bo ev tevgere zindî bimîne em dibêjin; Jin jiyan azadî.”