Li ser vegera çanda dayîkê nîqaş hatin kirin

Komxebata komîteya jineolojiyê bi dirûşma “2’emîn şoreşa cotkarî û gundewarî dê bi zanista jineolojiyê ava bibe” nêrîn û pêşniyarên ji bo pêşerojê, ji bo avakirina civakek exlaqî, polîtîk û pêwîst e mirov çawa vegere xwezaya xwe hat lidarxistin.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr – Li wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji her du salan carekê komxebata komîteya Jineolojiyê tê meşandin, di 21’ê Cotmehê de  2’emîn Komxebata Jineolojiyê Bi dirûşma “2’emîn şoreşa cotkarî û gundewarî dê bi zanista jineolojiyê ava bibe” bi beşdarbûna delegeyên jin dest pê kir bi nîqaşan berdewam kir. Di nîqaşan de herî zêde mijarên vegera cewherê xwe, çanda xwe dayikê hat nirxandin. Di heman demê de di duyemîn şoreşa çand û gundewerî de rola jinan jî hat nîqaşkirin.  

Der barê armanca komxebata komîteya jineolojiyê de jinên ku beşdar bûn ji ajansa me re axivîn. 

“Em dixwazin çanda cotkarî û gundewariyê di roja îro de bixin meriyetê”

Endama komîteya jineolojiyê Gehwer Ozgun diyar kir ku armanca komxebata wan vegera çanda cotyarî û gundewariyê ye û wiha got: “Armanca komxebata me avakirina duyemîn şoreşa çanda cotkarî û gundewariyê ye. Di civaka xwezayî de rol û mîsyona jinan çi bû, li ser vê yekê nîqaş hatin meşandin. Di civaka xwezayî de dema ku mirov rola jinan binirxîne, dibîne ku ji îcadên teknîkî, ruhî û çandinî hemû bi dest û keda jinan hatine avakirin û di wê demê de girîngiyek mezin didan keda jinan. Dema di roja me ya îro de em dinêrin, dibînin ku keda jinan ji aliyê sîstema mêrsalarî ve hem hatiye xwarin hem jî binpêkirin. Ji bo em van hemûyan baş fam bikin balê dikşînin ser gotina Rêber Apo ya ku dibêje; ‘Heta em zimanê nebat û lawiran fam nekin, em ê nikaribin civakek azad ava bikin.’ Heta ku mirov ked nede mirov nikare berhem bigre, ked di heman demê de edaletê bi xwe re tîne armanca dirûşma me ew e ku em dixwazin çanda cotkarî û gundewariyê di roja me ya îro de bixin meriyetê.”

“Jiyana gundewarî kombûn, lihevkirin, parvekirin, berhemdayîn û kedkarî ye”

Delegeya komxebata komîteya jineolojiyê Qîmet Kiliç bi bîr xist ku bingeha civaka xwezayî jinan ava kiriye û sîstema kapîtalîst dixwaze çanda gundewarî ji holê rake û wiha got: “Bingeha jiyanacivaka xwezayî jinan afirandiye. Dema ku jinan jiyan afirandiye, jinan xwe ji bo afirandina vê jiyanê her dem  berpirsyar dîtine. Herî zêde jinan zimanê xwezayê fam kiriye û kiriye malê civakê. Demsal demjimêr hemû jinan ji xwezayê girtiye, xwedîkirina zarok, komkirina malbatê, di malbatê de bingeh danîn hemû berhemên keda jinan in û ji civakê re kirine mal. Weke zanist dema ku em keda jinan bigrin dest, zanistê jî jinan ava kiriye, jinan di xwedîkirina zarokan, cotyarî, komkirina berheman, berhemdayînê de her dem rola xwe lîstine. Dema em çanda şoreşa gundewariyê bigrin dest, em ê bibînin ku armanca jiyana gundewariyê kombûn, lihevkirin, parvekirin, berhemdayîn û kedkarî ye. Ji ber wê çendê dema ku em li roja îro dinêrin dibînin ku kapîtalîzm dixwaze çanda gundewarî bi temamî ji holê rake. Aramanca wê ew e ku dema gundewarî ji holê rabe mirovan ji hev qut bike.”

“Divê em xwe, xwebûna xwe û civaka xwe nas bikin û li çanda xwe xwedî derbikevin”

Qîmetê bal kişand ser armanca valakirina gundan û wiha pê de çû: “Armanca valakirina gundan yek ji van sedeman e ku çanda gelan tune bikin, sedema wê jî berjewendî ye ji ber ku desthilatdar dizanin dema mirov li hev kom bibin, bi hev re bijîn, projeyên xwe yên heyî nikarin bibin serî. Ji ber wê jî bajarvaniyê bi pêş xistine û mirovan di nava çar diwaran de dîl girtine loma mirov tenê bi teknîkê re mijûl bûne, li şûna ku teknîk xizmeta mirovan bike êdî mirov xizmeta teknîkê dikin û tenê teknîkê dane pêş û mêjiyê mirovan şûştine. Em ê çawa vegerin çanda xwe ya gundewariyê divê em destpêkê çanda xwe û zimanê xwe bi pêş bixin û xwedî lê derbikevin da ku em bikaribin vegerin ser rastiya xwe. Weke jin divê em xwe, xwebûna xwe û civaka xwe nas bikin û li çanda xwe xwedî derbikevin. Ji ber ku jin avakerên wê demê ne, çanda ku heye çanda dayiksalariyê fêrî neslên nû bikin da ku çanda cotyarî û gundewarî were avakirin û vejandin.”