Li dijî çekên kîmyewî gel li qadan e

Li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a dagirker li her derê çalakî didomin. Li Qamişlo gel li dijî çekên kîmyewî daket qadan, li Hesekê gel ser baregeha koalîsyonê ve meşiya.

Navenda Nûçeyan – Dewleta tirk ji meha Nîsanê ve êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike, di van demên dawî de bi çekên kîmyewî êrîş kir û di encamê de 17 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî û êrîşên dewleta tirk gelê kurd li her aliyên Kurdistan û derveyî welat daketin qadan û êrîş bi tund şermezar kirin. Li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Qamişlo gel daket qadan, li Hesekê jî gel li dijî êrişên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ber bi baregeha Koalîsyona Navnetewî ve meşiya.

Qamişlo

Bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) meşek girseyî li hate li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên ku ji ber çekên kîmyewî yê qedexe jiyana xwe ji dest dabûn hatibû hildan.

Meşa ku li sûka bajarê Qamişlo destpêkir, li ber çerxerêya Sonî bi dawî bû. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe parvekirin.

“Kes nikarê berxwadana zarokên me têk bibe”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan, Cîhan Gulo êrîşên dewleta tirk a çekên kîmyewî ya li dijî şervanên azadiyê şermezar kir û got: “Em ji bo dewletên navneteweyî dibêjin ku qaşo çekên kîmyewî qedexe ye, lê îro dewleta tirk li dijî şervanên me bi kar tîne. Li hember vê yekê kerr û lal in em wan bi tundî şermezar dikin. Divê li hember vê yekê helwest bê girtin. Em tu car dev ji doza xwe ya azadiyê bernadin. Em ê her li ser piya bin û pişt şervanên xwe bernedin. Şervanên me ji bo me û welat şer dike, em ê her li kêlek şervanên xwe bin.”

Hêvî Brahîm Hesen helwesta xwe li dijî bi kar anîna çekên kîmweyî li dijî şervanên azadiyê wiha anî ziman: “Dewleta tirk çekên kîmyewî li dijî şervanên azadiyê bi kar tîne, lê bila dewleta tirk bizanibe, em tucaran êrîşên wê natirsin û em ê her li ser piyanbin. Em heta saxbin em ê pê şopa şehîd û şervanên xwe bin. Soza me ji şervan û Serokê me re heye ku em ê her li pişt zarokên xwe bin. Îro gel bi hêrsek mezin rabûye li ser piyan, ev yek ji bo şervanên azadiyê ye. Ji ber zarokên me îro ji bo welatê me diparêzin. Heta em bindestbin rûniştandin ji me re nîne û em ê her li ser piyan bin û li dijî hemû cureyên êrîşan têbikoşin. Em ne teyare, ne top û ne jî çekên kîmyewî ya dewleta tirk natirsin.”

Heseke

Kongra Star û Meclisa Kantona Hesekê bi beşdarbûna şêniyên Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Hesekê, Şedad û Holê li ber barageha Hêzên Koalîsyona Navdewletî çalakiyek protestoyê li dar xistin û ji bo êrişên dewleta Tirk a li ser heremê rawestînin û qada hewayî ji desteta Tirk re bigrin nameyek rastî wan kirin.

"Divê Koalîsyona Navdewletî qada hewayî qedexe bike"

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û wiha got: "Li herêmên me yên dagirkirî binêkirinên dijmirovî rû didin, ji guhertina demografiyê bigre heya kuştinê. Ev hemû jî li ser axa me çêdibin û civaka navdewletî wekî tamaşevanekî sekinî ye û tenê dinêre. Ji hemû sazî û rêxistinên navdewletî re, bêdengî û bêhelwestiya we me dikuje. Divê ku Koalîsyona Navdewletî êrîşên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Heman wextê de êrîşên Tirkiyê hilmê dide DAIŞ'ê ku ji nû ve bi xurtî zindî bike. Em dixwazin ku Qada hewayî hember balafirên dagirkerên tirk were qedexekirin, yan Koalîsyona Navdewletî jî hevkarên komkujiyên ku li dijî gelê me pêk têne."

Piştî axaftinê şandeyek ji Meclisa Kantona Hesekê derbasî Barageha Hêzên Koalîsyona Navdewletî bûn ku nameya xwe a ji bo rawestandina êrîşan li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin, bidin wan.

Heleb

Duh li taxa şêxmqsûd ya Helebê ji bo bîranîna cangoriyên ku ji ber çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe jidest dane kon hat vekirin.

Li ser navê endama saziya malbeta şehîdan Nayla Nasro axivî. Nayla Nasto kiryariyên dewleta tirk bi tundî şermezarkir û bang li rêxistinên mafê mirovan kir da ku li dijî bikaranina çekên qedexekirî bisekinin.

Li ser navê berdevka yekitiya jinên ciwan ya bajarê helebê Hêva Bekir jî ji ajansa me re  axivî. Hêva Bekir bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bi tundî şermzear kir û da zanîn ku ewê dev ji doza xwe ya azadiyê bernedin.