‘Gerîla ji bo me xwîn rijand, em ê ji bo wan têbikoşin’
Jinên Şengalî yên beşdarî meşa li dijî çekên kîmyewî bûn gotin; “Gerîlayan ji bo rizgarkirina vî gelî xwîn rijandin, em ê jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê xwedî li gerîla derbikevin.”
Şengal – Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla her diçe zêdetir dibin. Ji bo bi dawî anîna êrîşên li ser xaka Kurdistanê û ji bo piştgiriya berxwedaniya gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Şengalê jî çalakî û daxwuyanî berdewam dikin. Duh jî bi boneya şermezarkirina bikar anîna çekên kîmyewî meşek hat lidar xistin.
Li ser navê Endama Tevgera Azadîya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Kamila Silêman piştî bidawîbûna meşê daxwuyanî da. Di daxwuyaniyê de Kamila Silêman got; “Em hemu gerîlayên ku bi kîmyasalê şehîd ketine bibîr tînin ji hemû malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Em wek dayîk, wek jinên Şengalî heya têkbirina erîşên li ser gerîla em ê di nav tekoşînê de bin. Wan gerîlayan ji bo rizgarkirina vî gelî xwîn rijand, em ê jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li gerîla xwedî derbikevin. Em berxwedana gerîla silav dikin.”
Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.
‘PDK heman îxanetê didomîne’
Dayîkên Şengalî yên beşdarî meşê bûn hêrsa xwe anîn ser ziman û gotin; “PDK çawa ku fermanê de îxanet li me kir îro jî heman xeta xwe beramberî gerîla yên azadiyê dimeşîne.”
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Surî Xelef jî bi gotina xwe ya “Bi êrişên heyî dixwazin di şexsê gerîla de mirovahiyê tune bikin” bal kişand li ser armancên van kiryarên dermirovî û wiha bal kişand li ser hevkarî û îxaneta PDK’ê; “Li ser zarokên vî gelî pêşberî çavê cîhanê, bi çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve êrîşên derveyî exlaqê mirovatiyê ve tên kirin. Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) bi dîmen û belgekirî çawa gerîlayên azadiyê tên qetilkirin ji raya giştî re parve kir. Lê di qada navneteweyî de helwestekî tund ji dewleta Tirk re nehat danîn. Ji bo maske û alavên xwe ji kîmyasalê parastinê neçin destê gerîlayan PDK’ê astengî derxistin, ev nêzîkatiya PDK hevkariya wan ya dewleta faşîst a Tirk re nîşan dide. PDK çawa ku fermanê de îxanet li me kir îro jî heman xeta xwe beramberî gerîlayên azadiyê dimeşîne. Hêviya me ji gelê azadîxwaz ew e ku beramberî van erîşan bisekine.”