Meclisa Jinan a Sûriyeyê banga yekitiyê li jinan kir

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bang li tevgerên jinan ên Sûriyeyî kir ku bibin yek û ji bo eşkerekirina sûcên li dijî wan tên kirin, hevgirtî bin, dengê xwe bilind bikin û ji însiyatîfên diyalogê re vekirî bin.

Navenda Nûçeyan-Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyeyê dike, daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de meclisê, sûcên li dijî sûriyeyiyan, mal û milkên wan û êrişên li ser jinan bi bîr xist û diyar kir ku hemwextî normalîzekirina Tirkiyeyê bi hikumeta Şamê re li ser hesabê gelê Sûriyeyê, ev sûc têne kirin. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta Tirk dest li rewşa Sûriyeyê kir, alozî derxistin û axa Sûriyeyê dagir kir û di encamê de gelê Sûriyeyê neçar ma koçberî dewletên cîran wek Tirkiyeyê bibe. Ji wir rêwîtiya koçberiya ya dijwar û bi êş dest pê kir û herî dawî bûyerên bi serê penaberên sûriyeyî hatine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemwextî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re û vegerandina têkiliyan li gel paşguhkirina rewşa sûriyeyiyan li hundirê Tirkiyeyê yan jî li bakurê Sûriyeyê, leşkerên Tirk êriş milkên sûriyeyiyan kirin, malên wan şewitandin, erebeyên wan şikandin, li ber çavên her kesî êriş jinan kirin.

Di daxuyaniyê de bang li Sûriyeyiyan, hêzên siyasî û jinan ên sûriyeyî hate kirin ku hevgirtî bin, ji însiyatîfên diyalogê re vekirî bin ku teqezî bi yekitiya axa Sûriyeyê û rawestandina sûcan li dijî gelê Sûriyeyê dikin.

Her wiha di daxuyaniyê de sûcên li dijî şênî û jinên Sûriyeyî hatin şermezarkirin.