Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 38 hezar û 11

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 38 hezar 11.

Navenda Nûçeyan – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Tenê di 10 rojên dawî de 385 Filistînî di êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Li Xezayê bi êrîşên dawî re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 38 hezar û 11. Hejmara Filistîniyên birîndar bûne jî bû 87 hezar û 445.

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Kampa Penaberan a Nuseyratê de gelek zarok birîndar bûn.