JINNEWS: 25 jin hatin qetilkirin, 14 mirinên bi guman

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê ya JINNEWS’ê, di mehekê de herî kêm 25 jin û zarokek hatine qetilkirin, 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê ku JINNEWS ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin, berhevkirine, aliyê tundiya mêr carek din nîşan da.  

Li gorî daneyên meha Nîsanê 25 jin û zarokek hatine qetilkirin; 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Gumanbar ên herî nêz in

5 jin ji aliyê mêrên nas dikin, yek ji aliyê zavayê xwe, 8 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 4 jin ji aliyê zarokên xwe ve, jinek ji aliyê mêrê nas nake ve, jinek ji aliyê mêrê ku nasnameya wî nehat eşkerakirin, 5 jin ji aliyê mêrê dest ji hev berda bûn, jinek ji aliyê bavê xwe, 2 jin ji aliyê mêrên pê re dijiyan ve hatin qetilkirin.

Li gorî bajaran

Li Muglayê 2, li Erdexanê 1, li Bursayê 2, li Çanakkaleyê 2, li Mersinê 1,  li Îzmîrê 2, li Samsunê 1, li Stenbolê  7, li Hatayê 1, li Dîlokê 1, li Mereşê 1, li Erziromê 1, li Edeneyê 1, li Enqereyê 2 jin hatin qetilkirin.