Mamoste û xwendekar daxwaza mafên xwe dikin

Ji ber ku sê meh in mûçeyê mamoste û fermanberan nayê dayîn, li bajarê Silêmanî mamoste û xwendekaran xwendinê boykot kirin û daxwaza mafên xwe kirin û gotin: “Kilîta vekirina dibistanan dayîna mûçeyê mamosteyan e.”

Silêmanî – Mamoste û fermanberên Başûrê Kurdistanê 10 sal in her dem bi riya boykot û xwepêşandanan hewl didin mafên xwe bi dest bixin. Sê meh in mûçeyê mamosteyan nehatiye dayîn. Nerazîbûnên li dijî vê yekê zêde dibin. 10 sal in di salê de cu car jî muçe nayên dayîn. Tevî nerazîbûnan jî hikumeta herêma Kurdistanê bersiva daxwazên wan nade. Piştî boykotkirin û xwepêşandanan hikumeta herêma Kurdistanê di 16’ê Kanûnê de lîsteya meha Mijdarê ragihand. Boykota mamosteyan berdewam dike mamoste dibêjin ku heta mafê xwe bi dest nexin wê çalakiyên wan bidomin.

‘Mamoste bi riya çalakiyan hewl didin mafên xwe bi dest bixin’

Mamosteya dibistana seretayî ya Hawarî Şar Perwîn Abdullah diyar kir ku li herêma Kurdistanê hikumet sedema nedayîna mûçeyên fermanberan e û got: “Ev 10 sal in mamosteyên nerazî û fermanber ji ber rewşa xirab a aborî, nedana mûçeyan her dem di nava çalakiyan de ne û nerazîbûna xwe nîşan didin. Lê belê hikumeta herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar heta niha pirsgirêk û pêwîstiyên wan bi cih nanîne. Di encama van helwestan de li herêman mamoste û fermanber nêzî 16 rojan e karê xwe boykot dikin. Me sê meh in mûçeyê xwe negirtiye. Ji ber vê rewşa aborî me dest bi boykotê kir. Tevî nebûna mûçe, me ders dida. Lê belê em nikarin êdî wisa berdewam bikin û heqê rê û xwarina xwe û zarokên xwe bi dest bixin.”

‘Em daxwaza mafên xwe dikin’

Perwîn Abdullah da zanîn ku bi riya xwepêşandan û boykotê hewl didin mafên xwe bi dest bixin û wiha got: “Heta em mafê xwe yê rewa bi dest nexin em ê boykota xwe bidomînin û hefteya pêşiya me jî mamoste û fermanber wê li seranserî herêman xwepêşandanan li dar bixin. Em mamoste daxwaza mafên xwe dikin. Divê tevahî mûçeyên me bidin û piştre hewldana vekirina dibistanan bikin. Her wiha xwendekar jî weke mamosteyan hêza wan a berdewamkirina xwendinê nemaye. Gelek dayik û bav ji ber nedana mûçe, nikarin bi qasî ku pêwîst e zarokên xwe bişînin dibistanê. Xwendekarek min heye birçî tê, dayika wê dibêje ez nikarim pere bidim ji bo xwarinê bikire. Xwendkarek din heye ew û xwişka xwe nikarin bi hev re bên dibistanê, ji ber hêza malbatê ya xerca xwendina du zarokan nîn e. Ev sedem ji bo me mamosteyan bûne sedem ku em daxwaza mafên xwe û xwendekaran bikin.”

‘Bila hemû kes beşdarî xwepêşandanan bibin’

Perwîn Abdullah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heta em mafên xwe bi dest nexin wê  xwepêşandanên mamosteyan bidomin. Xwepêşandanên me yên vê carê wê li ber deriyê dibistanên taybet û dam û dezgehên din bidomin. Daxwaza min ji dayik û bavan ew e ku zarokên xwe ji dibistanên hikumetê nebin dibistanên taybet, da ku bikaribin dakevin qadan. Mamoste daxwaz ji hemû çînên civakê dikin ku beşdarî xwepêşandanan bibin.”

‘Armanca hikumeta herêmê hişyarnekirina ciwanan e’

Xwendekara dibistana amadeyî ya Mêrkepan, Alya Ehmed behsa boykota dibistanan kir û da zanîn ku 16 roj in li dibistana wan boykota xwendinê heye û wiha got: “Ev çend roj in mamosteyên me boykota xwendinê kirine. Destpêkê mamosteyên me ji me re gotin; ‘Ji ber nebûna mûçe û dabînnekirina dahata jiyana xwe nikarin dersê bidin û divê em boykot bikin û biçin malê.’ Em xwendekar, çend sal in wiha dixwînin û gelek xemgîn in. Ev sê meh in li herêma Kurdistanê mûçeyê mamoste û fermanberan nehatine dayîn. Ev mafê wan e lê mafê me xwendekaran jî ew e ku em dersên xwe bibînin û bixwînin. Mamoste û xwendekar êdî nikarin heqê riya xwe bidin û xwarinê dabîn bikin.”

‘Armanc nehiştina xwendinê ye’

Alya Ehmed di dawiyê de wiha got: “Hevalên min hene di dibistanên taybet de dixwînin bê astengî diçin dibistanê. Lê belê em xwendekarên dibistanên fermî çend sal in her dem di nava boykotê de ne. Armanca hikumeta herêmê nebûna xwendin û nehişyariyê ye. Armanca wan nebûna bişîjk, mamoste, parêzer û endezyaran e. Naxwazin ciwanên şiyar li welat hebin. Divê hemû kesê civakê beşdarî xwepêşandanan bikin. Ez piştgirî didim mamosteyan û beşdarî xwepêşandanan dibim. Divê hikumeta herêma Kurdistanê di demek ji ya din zûtir de hewldana vekirina dibistanan û tevahî bazarên jiyanê bide. Kilîta çareseriya vekirina dibistanan dayîna mûçeyan e.”