Di perwerdeya veguhest de fermana cudakariya zayendî paşve hat kişandin
Midûryeta Perwerdeya Mîlî ya Antakyayê, der barê perwerdeya veguhestî de, fermana ‘Di servîsên xwendekaran de bila di kursiyên pêş de xwendekarên keç rûnenên’ ji dibistanan re şand. Ferman li ser bertekan paşve hat kişandin.
Hatay- Midûriyeta Perwerdeya Mîlî ya navçeya Antakyayê, der barê perwerdeya veguhestî de fermana ‘Di serwîsên xwendekaran de bila di kursiyên pêş de xwendekarên keç rûnenên’ ji dibistanana re şand. Ferman li ser bertekan paşve hat kişandin.
Nivîsa ku bi îmzeya Midurê Şaxê Mehmet Ozturk careke din şandin ji dibistanan re û nivîsa ku di dîroka 12-12-2024’an de tê de ‘Bila xwendekarên keç di kursiyên pêşde rûnenên’ nivîsandîbû xwest were dîqetkirin. Di nivîsa di dîroka 17.12.2024’an de xwest kar û barên werin kirin li gorî rêveberiya servîsên dibistanan werin meşandin.