Annalena Baerbock: Kobanê li dijî DAIŞ'ê, sembola têkoşîna Kurdên leheng e
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku Kobanê li dijî çeteyên DAIŞˋê sembola têkoşîna Kurdên leheng e û got dewleta Tirk berpirsiyariya parastina ewlehiya xaka Sûriyeyê ye.
Navenda Nûçeyan – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li ser rûpela xwe ya fermî ya X'ê destnîşan kir ku bajarê Kobanê sembola têkoşîna Kurdên leheng li dijî çeteyên DAIŞ'ê ye.
Annalena Baerbock hişyarî da dewleta Tirk a dagirker ku êrişên xwe rawestîne, ewlehî û aştiya xaka Sûriyeyê biparêze.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rojên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hewayî û bejayî yên bi armanca dagirkirina bajêr û gundewarê wî, giran kirine.