Malbatên Şehîdan ê Şengalê: Ji bilî berxwedaniyê tu rêyek me nîne
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekî li hemberî helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê ya li dijî êrîşên dawî, piştgiriya xwe nîşan da û got: “Ji bilî berxwedanê tu rêyek me nîne.”
Şengal - Derbarê rewşa Şengalê ya dawî û êrîşên ku li ser nirx û destkeftiyên civaka Êzidî tê pêkanîn Saziya Malbata Şehîdan ê Şengalê daxuyaniyekî dan û dan diyarkirin ku ewê li dijî êrişan di nav têkoşîn û berxwedanê de bin.
Daxuyanî li şehîdgeha Geliyê Kersê ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Merwan Xelef ve hat xwendin.
“Planên li ser Şengalê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve tên rêvebirin”
Di daxuyaniyê de bal li ser peymana 9’ê Cotmehê hat kişandin û wiha hat gotin: “Weke tê zanîn planên ku li ser Şengalê hatine danîn bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirkiyê ve tên rêvebirin. Ev hewldanên êrîşkirina li ser civaka Êzidî bi armanca pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ye. Ji bo pêkanîna vê peymanê gelek caran hewl dane, lê belê ev planên wan bi ser neketin. Vê carê jî xwestin hêza Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞê ku civaka me diparêze tune bikin. Lê carekî din bi berxwedaniyekî mezin ev plan vala hate derxistin.”
“Bi pêkanîna fermanan xwestin me tune bikin”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bilî kesên ku vê axê parastinê tu kes nikare îradeya vê civakê temsîl bike û wiha hat gotin: “Wekê tê zanîn hêzên PDK’ê di sala 2014’an de civaka me hêştin û reviyan. Her wiha bi pêkanîna fermanan xwestin me tune bikin. Gêrîlayên HPG û YJA STAR’ê bi hewara civaka me ve hatin û berdêlên pir giran hatin dayîn. Me bi sedan şehîd me dane. Weke Malbatên Şehîdan em xwedî van şehîdan e . Emê xwîna wan li erdê nahêlin. Ev şehîd amaneta civaka Êzidî ne. Ji bo em tola wan hilînin em piştgiriya xwe didin helwesta Rêveberiya Xweser ya Şengalê. Ew heyeta ku çû Bexdayê û hevdîtin pêk anîne jî, me temsîl nakin. Yên ku vê îradeyê temsil dikin şehîd û lehengên me ne.”
“Ev şerê taybet yê ku tê meşandin nakeve xizmeta civaka me ya Êzidî”
Di dawiya daxuyaniyê de bal li ser berxwedanê hat kişandin û daxuyanî wiha bidawî bû: “Em berxwedaniya gêrilayên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê silav dikin û pîroz dikin. Lazime civaka me şiyar be û neyê xapandin. Ev şerê taybet yê ku tê meşandin nakeve xizmeta civaka me ya Êzidî. Ji bo vala derxistina van planan ji bilî berxwedaniyê tu riyekî me nîne. Weke Saziya Malbatên Şehîdan em soz didin ku em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Ji bo xeyalên wan pêk bînin emê heya dawî li berxwe bidin.”