Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin, 4 salan bi gef û şantajê re rû bi rû maye!
Hat zanîn ku Sakîne Kultur a li li Silopiyayê bi îşkenceyê ji aliyê Midûrê Yekîneyên Tevgera Taybet a Şirnexê ve hat qetilkirin, 4 sal rastî gef û tacîza kiryar hatiye.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex – Li navçeya Silopî ya Şirnexê dayîka 5 zarokan Sakîne Kultur dû roj berê ji aliyê ajokera tirekî ve li kêleka rê bi şêweyê ku bi madeyê şewatê hatiye qetilkirin, hat dîtin. Di rapora otopsî ya Sakîne Kultur de, li ser laşê wê gelek şopên birînê hat dîtin. Nasnameya Sakîne Kultur a hat tespîtkirin ku hatiye şewitandin kê rûyê wê nedihat nasîn, bi mînakên DNA’yê hat tespîtkirin.
Kujer hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê jina bi îşkenceyê ketilkirin de duho Haci Kultur ê hevserê Sakîne Kultur jî di nav de sê mêr hatin binçavkirin. Di encama îfadeyên hatine girtin de Midûrê Yekîneyên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ê li xwe mikur hat ku ew Sakîne Kultur qetil kiriye, hat girtin û Yunus Kultur û Haci Kultur jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.
Bi salan gef lê hat xwarin
Li agahiyên ku ji kesên nêzî malbatê hatine girtin Sakîne Kultur piştî pêvajoyên ku li navçeyê qedexeya derketina kolanan hebû Îbrahîm Barkin nas kiriye. Zarokekî Sakîne Kultur çar sal berê di encama teqîna amûrekî de giran birîndar bû. Endamên malbatê yên ji ber zarokê xwe yê di teqînê de lingên xwe wenda kiriye doz vekiribûn, piştî bûyerê Îbrahîm Barkin naskirine. Hat zanîn ku Îbrahîm Barkin ê piştî destpêkirina pêvajoya tazmînatê destnîşak kiriye ku ewê bi malbatê re bibe alîkar, 4 salan Sakîne Kultur tacîz kiriye û gef li ser wê xwariye.
Hevserê wê yê hat berdan, li emniyetê kar dike
Li gor hîn çavkaniyan Haci Kultur astengdarê derûnî ye û li Şaxa Trafîkê ya Emniyeta Silopiyayê weke çayçêker kar dike. Gelê navçeyê yê piştrast kir ku astengiya wî ya derûnî heye, bal lê kişandin ku Haci Kultur him ji aliyê derdorê xwe him ji aliyê gelê navçeyê nayê hezkirin. Niştecihên taxê destnîşan dikin ku li pişt gef û bûyerê tenê Îbrahîm Barkin nîne û dan zanîn ku tiştên ev 4 sal in hatine jiyîn ji aliyê Haci Kultur ve jî tê zanîn.