Jinên Şehbayê: Em lêkirina dîwaran qebûl nakin

Bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwarê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ve Meclîsa Kantona Şehbayê daxuyanî da. Jinên Şehbayê yên piştî daxûyaniyê nêrinên xwe anîn ziman dan zanîn ku ewê bi ti awayê lêkirina dîwaran qebûl nekin.

Şehba - Dewleta tirk a dagirker di navbera Ezaz, Mare û Cerablûsê de dîwarên baton çêdike. Li dijî çêkirina dîwarê baton û êrîşên ku bênavber li ser Kantona Şehbayê ji aliyê dewleta tirk ve didomin; Meclisa Kantona Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyanî de hemû endamên meclisê, Meclisa jinan a navçeya Fafînê û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê amade bûn. Daxuyanî li pêşiya Meclisa Kantona Şehbayê ya navçeya Fafînê hat dayîn û ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Werdê Şêxo ve hate xwendin.

“Dagirkeriya tirk bo perçekirina herêmên Sûriyeyê dîwaran çêdike”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi mijûlkirina şerê ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewleta tirk a faşîzm hewl dide dagirkerî û serweriya xwe li Sûriyeyê berfirehtir bike û sûd jê bigre, ji ber wê êrîş û gefên xwe li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dike. Gefên dewleta tirk a dagirker bi êrîşên hov ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê xwe nîşan didin. Beriya ku peymana Lozanê bi dawî bibe dewleta tirk û hevkarên wê hewl didin Musil, Kerkûk, Heleb û Bakurê Sûriyeyê dagir bikin. Di demên dawiyê de ji bo ku herêmên Sûriyeyê werin perçekirin her wiha bibin parçeyek ji erdîngariya Tirkiyeyê, dewleta tirk dest bi lêkirina dîwarê baton ê di navbera bajaroka Mare û Bab de kiriye. Kiryarên ku li dijî sivîlan û lêkirina dîwaran di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên qewimandin û lêkirin li pêşiya çavên hemû dewletên Navneteweyî û hiqûqnasan de tên kirin. Em bang li dewletên Navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk û lêkirina dîwaran di xakên Sûriyeyê de bertek nîşan bidin û pêşî lê bigrin. Em lêkirina dîwarên baton û êrîşên bênavber ji aliyê dewleta tirk ve bi tundî şermezar dikin. Plana dewleta tirk bi êrîş û lêkirina dîwaran ji bo jihevkirina gel û xakan e.”

Daxuyanî bi dirûşma “Na ji lêkirina dîwaran re”û “Na ji dagirkeriya Turkiyeyê re” bi dawî bû. ji jinên ku beşdarî daxuyaniyê bibûn helwest û nerazîbûnên xwe der barê lêkirina dîwarên baton û êrîşên bênavber li ser Şehba û gundewarên wê ji ajansa me re anîn ziman.

“Divê pêşî li faşîzm û destdirêjiya dewleta tirk were girtin”

Endama Meclisa Kantona Şehbayê Fatimê Mihemed behsa kiryar û siyaseta Erdogan li ser hesabên sivîlan kir û wiha domand: “Armanca dewleta tirk a dagireker ji lêkirina dîwaran di Sûriyeyê de ew e ku gel û xakên Sûriyeyê werin cudakirin. Lêkirina dîwaran û êrîşên bênavber ji aliyê dewleta tirk ve li pêşiya çavên hemû dewletên cîhanê tên qewimandin lê bêdengiyek heya vê kêliyê tê jiyîn. Beriya ku peymana Lozanê bi dawî bibe dewleta tirk a dagirker hewl dide herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha Rojhilata Navîn bixe bin dagirkeriya xwe û berjewendiyên xwe pêk bîne. Tu têkiliya dewleta turk bi herêmên Sûriyeyê re tune ye lê her dem dewleta faşîst êrîşan li ser herêman pêk tîne û dîwaran dide avakirin. Dewleta tirk a dagirker di herêmên dagirkirî de zimanê zikmakî ji pêkhateyên Kurd re qedexe dike û zimanê tirkî bi zorê fêrî xwendekaran dike. Em ji dewletan daxwaz dikin ku li ser planên qirêj ên dewleta tirk bêdeng nemînin. Eger çareseriyek bi lez ji planên dewleta tirk re neyê dîtin wê xeteriyek neyînî li cîhanê belav bibe.”

Endama komîteya kar û barên civakî ya navçeya Fafînê Mecdûlîn Şêxo got: “Armanca dewleta tirk ji lêkirina dîwaran ew e ku Împaratoriya Osmaniyan vejîne. Em tu carî lêkirina dîwaran di xakên Sûriyeyê de qebûl nakin. Ev bû demek dewleta tirk a dagiker dîwaran lêdike ev yek jî diyar dike ku hemû dewlet pê re hevpar in. Em êrîşên bênavber li ser Şehba û lêkirina dîwarê baton şermezar dikin.”