Li Cezayîrê ji destpêka 2022’an ve 16 jin hatin qetilkirin
Malpera "Femensides Algerie" ragihand ku li Cezayîrê ji destpêka Çileya 2022'an ve 16 jin hatine qetilkirin.
Cezayîr – Malpera herî navdar a taybet bi tawanên tundiya li ser jinan "Femensides Algerie" ragihand ku li Cezayîrê ji destpêka Çileya 2022'an ve 16 jin hatine qetilkirin.
Yek ji tawanên herî dawî ku malpera "Femnessids Algerie" ragihandiye, bûyera qetilkirina jinek heftê salî ye ku ji aliyê mêrekî ve bi armanca dizîna zêrên wê hatiye qetilkirin. Di dawiya meha Nîsana borî de jî mêrekî hevjîna xwe ya 39 salî li ber çavên zarokên wê û dayika wê ser jê kir.
Li gor Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di sala 2021'an de li Cezayîrê 45 jin hatin qetilkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî banga "Ji bo kêmkirina şîdeta li ser jinan bi hev re têbikoşin" kir.