Malbata Şenyaşar bang li wezîrê edaletê yê nû kir

Malbata Şenyaşar di roja 806'an a Nobeta Edaletê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bang li Wezîrê edaletê yê nû yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç kir û got: "Ger ku edaletê bîne welat divê ji Rihayê dest pê bike."

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 806’an de jî berdewam dike.

Dayika Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tendirristiyê li Pirsûsê li mala xwe nobeta xwe berdewam kir. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yên medyaya dîjîtal bang li Wezîrê edaletê Yilmaz Tunç kir û got: “Têkoşîna me ya edaletê di roja xwe ya 806’an de bi biryardarî didome. Heger wezîrê nû Yilmaz Tunç (@yilmaztunc) edaletê bîne welat divê ji Rihayê dest pê bike. Heta ku ev neheqî neyê çareserkirin, mirov nikare qala edaletê bike, ev nejidilî û durûtî ye.”