Li Xezayê şîdet zêde dibe: Jin ji bo gilî bikin li benda agirbestê ne

Ji ber êrişên Îsraîlê, jinên ku li navendên stargehan dimînin, ji bo jiyanê di mercên gelek zor û zehmet de têdikoşin, rastî şîdeta mêran tên. Parêzer Naima Îsbitan, diyar kir ku jin ji bo giliyê kiryaran bikin li benda agirbestê ne.

 RAFIF ESLEM

Xeza- Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê, ji warê tendirustî, heta perwerdeyê di gelek waran de bûye sedema hilweşînê. Ji ber van êrişan saziyên jinan zirarê dîtine û nikarin karê xwe bikin.

Ev rewş bi taybetî li kampan û navendên stargehê bû sedema zêdebûna awayên şîdeta li dijî jinan.

‘Min xwest gilî bikim lê malbatê nehişt’

Jina ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku ji destpêka şer ve heta niha ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta devkî û fizîkî tê û wiha got: “Bi êrişên Îsraîlê re, hemû endamên malbata me neçar man koçî herêmên alîkariya mirovî yên li başûrê Xezayê bikin. Ji wê demê ve hevjînê min şîdetê li min dike. Ji ber vê yekê min xwest gilî bikim lê mala xezûrê min xwestin heta em vegerin bakurê Xezayê sebir bikim. Min xwest bi zarokên xwe re biçim aliyê başûr lê destûr nedan gotin ‘ger tu biçî em nahêlin zarokên te werin.’ Ji ber vê yekê ez di navberê de mam an min ê zarokên xwe bihişta biçûma, yan jî min ê şîdetê bipejiranda. Di encamê de min dest ji zarokên xwe berneda.”

‘Ji ber ku weke mezina malbatê qeydkirî nebûm alîkarî nedan min’

F.N. ya ku ji ber êrişên Îsraîlê li kampa lê dimîne rojên zehmet derbas dike jî wiha dibêje: “Bi destpêkirina şer re, hevjînê min ji bo me tiştek nekirî. Her dem bi hinceta ku tiştek li bazarê nemaye destvala dihat. Ez û zarokên xwe birçî man lê bi vê jî bi sînor nema, dema ku saziyan, koliyên alîkariyê belav kirin, hevjînê min dest danî ser wan koliyan û ji xwe re firot. Mehek em birçî man. Min hewl da giliyê wî ji mudur re bikim lê ji ber ku ez weke mezina malbatê qeydkirî nebûm, pakêta alîkariyê nedan min.”

‘Pereyê ku qezenc dikim ji min distîne’

S. A. diyar kir ku bi dirûtina cilan hewl dide debara xwe bike û da zanîn ku ew cilên qetiyane didirû, bi pereyê jê tê mesrefa zarokên xwe dike. S.A. wiha dibêje: “Em nikarin tiştek bikirin. Her car hevjînê min çend qurişên ku qezenc dikim bi zorê ji min digre. Ji min re dibêje ku ger nedimê ew ê li min bide. Gelek caran jî dibêje ew ê xwe bide devê derî nehêle muşterî bikevin hundir û makîneya min a dirûtinê bişkîne. Ji ber wê gelek caran pereyê dixwaze didim wî.”

‘Piştî ku sazî hatin girtin şîdet zêde bû’

Parêzer û parêzvana mafên mirovan Naima Îsbitan, got ku jinên li Zîvala Xezayê ji destpêka şer ve heta niha rastî şîdeta siyasî, aborî, civakî, derûnî, zayendî, fizîkî û devkî tên. Naima Îsbitan da zanîn ku jin gelek caran rastî şîdeta aborî tên û wiha got: “Jin beriya şer jî mexdûr bûn. Sazî û dezgehên li bajar ji ber şer hatibûn girtin û di tunebûna wan de şîdeta li dijî jinan zêde bû. Tevî van hemûyan, mêr dest datînin ser alîkariyên ku Rêxistina Xurekê ya Cîhanê belav dikin û ev yek dibe sedem ku malbat birçî bimînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê me hewl da em bi saziyan re têkilî daynin lê nebû.”

‘Jin ji jiyana bi rûmet bêpar in’

Naima Îsbitan, bal kişand ku jin li kampan ji bo jiyanê têkoşîneke zor û zehmet dimeşînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Jin li kampan, ji jiyana bi rûmet bêpar hatine hiştin. Hêzên Îsraîlê, li gorî peymanên navneteweyî tevnagerin û qetliaman didomînin. Bi êrişan re bi taybetî li bakurê Xezayê, ji ber bandora tunebûn, krîz û tevliheviyê, şîdeta li djî jin û zarokên keç her diçe zêdetir dibe. Divê ji bo çareseriya van pirsgirêkan xebat werin kirin. Divê jin bizanibin, çawa dikarin bi şîdetê re derkevin serî, çawa dikarin ji kiryaran dûr bisekinin. Niha van binpêkirinan tên qeydkirin û dema ku agirbest çêbibe dê jin gilî bikin û ji kiryaran hesab were pirsîn.”