Durzî ji bo Walîtiya Suweydayê jinek namzet nîşan dan
Saziyên siyasî û olî yên Suweydayê, Mohsine Saleh Al-Muhtawwi ya Durzî ji bo walitiyê namzet nîşan dan.
Navenda Nûçeyan – Piştî ku komên cîhadî yên HTŞ di 8’ê Kanûnê de ketin Şamê, rêveberiya Sûriyê dest guhert. Bi vê awayê li Sûriyê pêvajoyekê nediyar destpê kir. Li Suweydayê ku piranî Durzî lê dijîn ji bo waliya ku dê nû bê hilbijartin jinek bi navê Mohsine Saleh Al-Muhtawwi namzet hat nîşan dan.
Ji aliyê saziyên siyasî û olî yên Suweydayê namzet nîşandana Mohsine Saleh Al-Muhtawwi, ji bo xurtkirina rola siyasî ya li Sûriyê gavek pir mezin a sembolîk tê nirxandin. Her wiha li bajarê ku bi daxwazên xwe yê reformê xwedî dîrokek dirêj e, meylekî ji bo teşwîqkirina beşdariya rêveberiyên heremî jî diteyise.
Mohsine Saleh Al-Muhtawwi kî ye?
Mohsine Saleh Al-Muhtawwi di sala 1970’an de li Suweydayê hat dinê. Mohsine Saleh Al-Muhtawwi ya ji gelê Durzî ye ji beşa Aborî û Bazirganî ya Zanîngeha Şamê dîplomaya lîsansê wergirt. Mohsine Saleh Al-Muhtawwi ku bi salan di erkên cûda de cih girt, sala dawiyê di çalakiyên li Suweydayê de weke dengê jinê ya herî girîng derdikeve pêş. Mohsine Saleh Al-Muhtawwi bi salan piştgirî da daxwazên reformê û li dijî nelirêtiyê têkoşiya.