Beriya doza Narîn Guran jinan daxuyanî da
Li Amedê beriya danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guranê pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê daxuyanî dan û wiha gotin: “Em ê heta dawiyê dozên Narîn, Rojîn û hemû jin û zarokên hatine qetilkirin bişopînin.”
Amed- Danişîna duyemîn a qetilkirina zaroka bi navê Narîn Guran (8) ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û di 8’ê Îlonê de cenazeyê wê hate dîtin, tê lidarxistin. Beriya danişînê, pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê li pêşiya Edliyeyê daxuyanî dan. Nûnerên gelek rêxistinên jinan û zarokan jî tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat axivî û got: “Di 29’Ê Tebaxê de Narîn bi hevkariyek qirêj hate windakirin. Cenazeyê Narîn li ser îfadeyan piştî 19 rojan hate dîtin. Em ji bo daxwaza edaletê bilind bikin li vir in.” ‘
Cînayet sîstematîk e’
Piştî axaftina Berfîn Polat Merve Karadaş a metna çapemeniyê xwend. Merve Karadaş destpêkê Rojîn Kabaiş ku bi awayek guman jiyana xwe ji dest da bibîranî û wiha got: “Em ê şopdarê doza Rojîn û Narînê bin. Ev cînayet ne takekesî ye sîstematîk e.”
Merve Karadaş da zanîn ew encax bi piştevanî û têkoşînê guhertinekê çêbikên û got: “Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya me mezin bikin, dengê me bilind bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê.”
Piştre girse ji bo rûniştinê derbasî eywana rûniştinê bûn.