Di êrîşên Îsraîlê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan

Îsraîlê li Xezayê êrîşê wesayîtek weşana zindî ya televizyona El-Kuds El-Yevm kir û di encamê de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê li kampa penaberan a Nûsayratê ya li Zîvala Xezayê êrişê wesayiteke weşana zindî ya televîzyona El Kus El Yevm (alqudstoday-tv) kir. Di encamê de 5 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Medyayê ya hikumeta li Xezayê, hate diyarkirin ku di êrişa Îsraîlê li kampa penaberan a Nûsayratê ya li Zîvala Xezayê li ser wesayita weşana zindî ya televîzyona El Kus El Yevm (alqudstoday-tv) de 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku nûçegihanê wêneyan Eymen el-Cedy û rojnamevan Faysal Ebu el-Kumsan, Îbrahîm eş-Şeyh Alî, Mûhammed el-Led û Fadî Hassûne jiyana xwe ji dest dan.

201  rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi êrişa dawî ya Îsrailê li dijî rojnamevanan, hejmara kesên ku di êrişên Îsrail li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gîhîşt 201’an. Di daxuyaniyê de hedefgirtin û qetilkirina rojnamevanên Filistînê bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de bang li Federasyona Rojnamevanên Navnetewî, Federasyona Rojnamevanên Ereb, hemû sazî û rêxistinên li cîhanê hate kirin ku van sûcên sîstematîk ên li dijî rojnamevanên Filistînê û xebatkarên çapemeniyê li Zîvala Xezayê şermezar bikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Berpirsên pêkanîna van êrişan welatên weke DYE, Îngiltere, Elmanya û Fransa ye ku rê li ber Îsrailê vekiriye sûcên qirkirinê bikin.”  

Bang li civaka navnetewî hate kirin

Di daxuyaniyê de bang li Civaka Navnetewî, Rêxistinên Navnetewî û hemû sazî û rêxistinên ku li cîhanê  der barê rojnamevantî û xebatkarên çapemeniyê xebat didin meşandin hate kirin ku sûcên Îsrailê şermezar bikin û Îsrail di dadgehên navnetewî de ji ber kiryarên ku dike were darizandin. Hate xwestin ku ji bo rawestandina sûcê qirkirinê, parastina rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê li Filistîn û bi taybet li Zîvala Xezayê  biparêzin û ji bo rawestandina qetilkirinan zextek cidî li Îsrailê bikin.