Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin
Hate zanîn ku di 22’yê Kanûnê de her du girtiyên siyasî yên jin Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.
Navenda Nûçeyan- Girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ev nêzî çend mehin ji aliyê desthilata rejîma Îranê ve mafê wan yê hevdîtina bi malbatên wan re hatibû qedexekirin. Hate zanîn ku di 22’yê Kanûnê her du girtiyên siyasî yên jin ji ber zextên li ser rejîmê û berxwedana wan a di girtîgehê de, bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne.
Hate zanîn ku dema hevdîtina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî li Girtîgeha Evîn ya Tehranê bi malbatên xwe re saetek bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî li Girtîgeha Evîn ya Tehranê ji mafên xwe yên sereke hatibûn bêparkirin, destûra tedawîbûn, hevdîtina bi malbat û parêzerên wan re hatibû qedexekirin.