Li Xezayê pêşangeha berhemên jinan hat vekirin

Ji bo piştgirîkirina jinên Xezayê, wek aborî bihêzkirina wan a di her warî de û ji bo hêsankirina beşdarbûna wan bazarên cihî pêşangeha bi navê "Berhemên me yên Jinan" hat vekirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Li navenda karûbaran a li Xezayê pêşangeha bi navê "Berhemên me yên Jinan" hat vekirin. Ji bo piştgirîkirina jinên Xezayê, wek aborî bihêzkirina wan a di her warî de û ji bo hêsankirina beşdarbûna wan bazarên cihî pêşangeh girîng e.

'Jin li dijî bêderfetiyan li ber xwe didin'

Koordînatora Projeyê Duaa Abû Jîab, destnîşan kir ku ew bi pêşangehê di mijara danasîna berhem û bazariyê de piştgirî didin jinan. Duaa Abû Jîab, wiha got: "Navenda Karûbarên Jinan, bi armanca berdewamkirina firotina berheman ji bo di navbera gel û jinên karsaz de xalek têkiliyê ava bike cihekî serhêl a bi navê Platforma Karsazan ava kir. Tiştê ku pêşangeha îsal ji yên din cuda dike, tevî qeyranê piştî êrîşa herî dawî ya li Şerîda Xezayê, li dijî derketina jinan a bêderfetiyê ye. Jin ji bo ji cîhanê re îsbat bikin ku ew bi israr û afirîner in hatin pêşangehê.”

‘Rewşa min ji bo min ne astengî ye’

Sawsan Al-Khalilî ku li Filistînê projeya neqiş û cam xist meriyetê, wiha axivî: "Min xwest tevli vê pêşangeha ku ji aliyekî ve parastina mîrateya Filistînê ji aliyekê ve jî li dijî derketina şert û mercên dijwar ên roja me ya îro de rola jinan nîşan dide, bibim. Astengî li pêşiya pêkanîna armancên min nebû bend. Mirovên xwedî pêdiviyên taybet endamên jêhatî, berhemdar û çalak ên civakê ne, ew sembolên afrîneriyê ne.”

'Divê piştgiriya jinan bê kirin'

Xwediya projeya “Wad El-Enam” Zozo Al-Sultan jî bal kişand ser girîngiya berdewamiya piştgiriya aborî ya ji bo jinan a li hemberî rewşa xirab a aborî. Zozo Al-Sultan wiha got: “Divê jinên ku projeyan hilberînin bên piştgirîkirin û di projeyên wan de rewşa wan bê şopandin. Ger piştgirî ji jinan re bê dayîn, ew ê jêhatibûnên xwe hîn zêdetir bi pêş bixin û ezmûna xwe berfireh bikin. Dorpêça ku beriya 16 salan hat ferzkirin û bû sedema girtina deriyên dergehê, biha û qutkirina elektrîkê jî di nav de bi jinan gelek tiştan dide jiyîn.”

Di warê aborî de bi hêz dike

Xwediya koşeya “Mizbar û Da” Nûsaîba Al-Ramlawî jî diyar kir ku ji bo derbaskirina qeyrana aborî yekane riya kar xebat e. Nûsaîba Al-Ramlawî wiha got: “Qeyrana aborî û dijwariya hêza kirînê bû sedem ku ez dest bi hilberîne bikim. Ji bo ku ez pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînim û di warê aborî de bi hêztir bibim, beriya projeyê min çend kursên perwerdeyê girt.”